logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Amedê û amediyan carek din got em hene û em li vir in

Li Amedê ji serê sibê de gel ber bi qada Newrozê ku îsal bi diruşma "Dem dema serkeftinê ye" li dar dikeve ve ket rê. Ci

  • Dîrok: 21/03/2022
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Li Amedê ji serê sibê de gel ber bi qada Newrozê ku îsal bi diruşma "Dem dema serkeftinê ye" li dar dikeve ve ket rê. Ciwanan barîkatên ewlehiyê rakirin û ketin qadê.

Newroza Amedê wekî her sal wekî fînala hemû Newrozên li cih û bajarên cur bi cur tê dîtin. Îsal jî heman rewş didome. Li Parka Newrozê ku li Baglara Amedê ye sehneyeke mezin çêkirin, li ser bi kurdî (Kurmancî û kirmanckî), tirkî, ermenî, erebî û îngilîzî "Newroz Pîroz Be" nivîsîn.

ÊRÎŞÊ CIWANAN KIRIN

Li ber barîkatan ji ber polîsan nehişt ciwan bikevin hundir ciwanan dest bi diruşman kir. Li ser vê polîsan li hin cihan bi copan êrîş kir û bombeyên çavsotîner bikar anîn.

ASTENGÎ PIR IN

Gelek kesî ji ser hesabê xwe yê twittirê re belav kir ku polîs wan nagirin hundir. Xircir didome.

MÊVANÊN NEWROZÊ

Ji Herêma Kurdistana Federe, ji IRaq, Misir, Lubnan, Fas Tunus, Urdun, Yemen û gelek welatên Ewropayê mêvan hatin. Siyasetmedar, akademîsyen, rojnamegeran li qadê, li ser sehneyê cihê xwe girtin. Polîsan astengî derxist pêş hin mêvanan û ew negirtin qadê.

'EMÊ BI HEV RE AGIR PÊ BIXIN'

Saet 11'an de divê agirê Newrozê bihata pêxistin û pîrozbahî dest pê bikira lê ji ber astengiyên polîsan hinek hat bi paş ve xistin. Berdevma Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran derket ser dikê û hişyarî da Emniyeta Amedê û Walîtiya Amedê. Başaran got, "Emê îro li vê qadê bi coşek mezin, bi heyecan û biryardarî Newrozê pîroz bikin. Aram bin. Îro cejna me ye. Îro li vê qadê emê bi hev re agirê Newrozê pê bixin. Di vî warî de bila tu  metirsî nîn be. Heta hemû hevalên me bên emê bisekinin. Hevalên me li ber deriyan têne rawestandin. Em li benda wan in. Emê bi coşa cejnê îro pîroz bikin."

Başaran bang li polîsên ku pêşî li xelkê digirin û nahêlin gel bê jî kir û got, "Xwe bidin alî bila gelê me bê. Ji aliyê ewlehiyê ve tirsa me ji gelê me nîn e. Polîsên Çevîk, ev der qada cejnê ye. Hûn xwe bidin alî, em dikarin ewlehiya xwe saz bikin. Gel gelê me ye, em dixwazin bi hev re dîlanê bigerînin. Emê îro li vir Newrozê pîroz bikin."

'KES NIKARI VÎNA ME BIŞKÎNE'

Devrim Demîr û Ozcan Ateşê ku pêşkêşvanî dikir derketin ser dikê, Newroz pîroz kirin û gotin dan Hevserokê HDP'ya Amedê Zeyat Ceylan. Ceylan wisa got, "Bi rihê Rahşanan, Zekîyeyan Newroza we pîroz be. Newroz hebûn e, li hemberî zilmê berxwedan e. Newroz berxwedana 2 hezar û 600 salan e. Heta li ser vê axê zilm hebe emê ber xwe bidin. Amed bexwedan e, hezar silav li we. Ji bo yên ku dibêjin emê vîna kurdan bişikînin, va ye Amed. Kes nikare vîna kurdan bişkîne."

Ceylan ji bo girtiyan jî silav şand û Newroza wan jî pîroz kir. Li qadê diruşmên Bijî Serok Apo bilind bûn.

AGIR PÊXISTIN

Ji ber rênedana polîsan ku gel bê qadên bi derengî agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî vê hunermen Devrim Demir ligel girseyê strana Newrozê stirî. Dûre Hozan Kazo derket ser dikê.

TURK: SIYASETMEDARÊN KURD BILA BÊN BA HEV

Nûnerên di nav Koma Îtîfaqa Kurdistanê de derketin ser dikê û silav dan gel. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî û got, "Xwestin dengê kurdan bibirin, lê şaş derketin. Her ku diçe dengê kurdan zêdetir gur derdikeve. Li hemberî siyasetmedarên kurdan zilmekî mezin heye. Bi hezaran siyasetmedarên kurd di zindanan de ne. Ew li zindanan bin jî rihê wan li Amedê ye. 5 sal in birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Nahêlin malbat û parêzerên wî herin cem. Gelê kurd dê vê siyasetê têk bibe. Hevala min a salan Aysel Tugluk ji ber nexweşiyê di nav rewşeke giran de ye. Bi vê halê xwe jî wê zindanê de digirin. Tiştek însanî, ehlaqî li ecem van nemaye. Divê wê berdin."

Turk got ku îro li dinyayê rêberên di hilbijartinan de bi salan dijî hev bûne li ser Ûkraynayê li hev kirine, hatine ba hev û got, "Li ser kurdan li vê erdnîgariyê zordarî hene ligel vê yekê jî siyasetmedarên kurd nayên ma hev. Em ji Amedê bangî wan dikin, êdî dem hatiye ku hûn bên ba hev, hiqûqeke hevpar saz bikin. Hûn wisa tevbigerin dê dîrok û gelê kurd we efû neke. Divê li gor serdema nû sisayeteke nû bê saz kirin, siyaseta demokratîk bê xirtkirin, divê li dor nirxên hevpar em bên ba hev. Ez dixwazim h^nu bi vê bawer bin. Ev desthilatdarî dê here, emê hebin, emê heq û hiqûqa xwe bi dest bixin. Heta dawî emê têbikoşin."

NEYARTIYA KINCÊN NETEWEYÎ

Polîsan di cihên lêgîrê de çi jin, çi mêr gelek kesên kincên neteweyî li xwe kiribûn bi paş ve şandin. Hin jê girtin bin çavan.

LEHIYA GEL
Di temamê rojê de li hembîr her cure zehmetî, êrîşên polîsan jî gel her herikî qadê. Qad tije bû û gelek kes jî nekarîn bikevin qadê. Bi vî awayî careke din Amedê nîşan da ku Newroza wir gula ber dilê hemû Newrozan, nîşaneya hebûna kurdan, nîşaneya vîna wan e.
  

NÊZÎ 300’Î HATIN BINÇAVKIRIN

Ji serê sibê de polîsan li Amedê li hemberî gel zordarî nîşan da. Carinan êrîş kir, carinan pêşî li wan girt ku neçin qadê, carinan bi TOMA’yan êrîş kir û heta êvarê rewş kêm zêde bi vî rengî bû. Û li gor bîlançoya ku vê êvarê hate eşkere kirin 150 jê zarok bi temamî 298 kes hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Amedê.

 

(Foto: MA) 


 

*** 

 

Nûçeyên Eleqedar:

- Li Aydinê hunermendên kurd hatin binçavkirin 

- Chomsky: Kurdan nîşanî me da ne tenê xeyalkirin, dikarin bi ser bikevin jî 

- Ji gelek bajaran notên li ser Newroza wan deran 

- Va ye bernameya 7 cihan a Newrozê 

- Li Amedê starta Newrozê: Dema dema azadî û yekîtiyê ye 

- Bajar bi bajar bernameya Newrozê

  

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Karsazên kurd dixwazin herin Îmraliyê

ad

Festîvala Fîlmên Çiya dest pê dike

ad

Henî maçî go Kuweyt de bêne kayderdiş

ad

Behmen Qubadî li Cannesê du xelat girt

ad

Biryarên ku di Konferansa Ziman de hatin girtin

ad

200 kes girtin bin çavan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname