Diyarname
Tîma amed Sporê di maçên hefteya 32’yan de li mala xwe ligel Buca Sporê dê bilîze. Serokê Klûbê bangî temaşevanna kir ku herin lê temaşe bikin.
Amed Spor di Lîga 2’yemîn a TFF’ê de dilîze. Di lîgê de Pendîk xwedî 60 pûanî ye û lîder e. Dûre Isparta bi 46, Buca 45 û Amed Spor jî bi 45 pûanan di rêza 4’emîn de tê. Hedefa van tîman ew e ku nebin şampiyon jî bikaribin beşdarî maçên play-offê bibin. Loma jî maça Amed Spor û Buca Sporê ji bo her du tîman muhîm e. Maç roja 30’ê mehê saet 14.00’an de li sehaya Amedê tê lîstin.
Serokê Klûba Amed Sporê Selahattin Yildirim ji ser hesabê xwe yê twittirê re peyamek belav kir û bangî her kesî kir ku were piştgiriyê bide tîmê.


