Amed / Diyarname
Hunermendê navdar Delîl Dîlanar piştî 27 salan li bakurê Kurdistanê konserta ewil li Amedê li dar xist. Dîlanar bi meyjeniyê, dengbêjiyê û stranên xweş konsertek bêhempa pêşkêşî guhdar û temaşevanên xwe kir.
Bi rojan bû Delîl Dîlanar û muzîkjenên pê re amadekariyên konserê dikirin. Konser duh bi şev li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Amedê hat lidarxistin. Bi sedan muzîkhez tev li konserê bûn. Her wiha mebûsê Amedê yê HDP’ê Îmam Taşçier, rêveberiya HDP’ên yên Amedê, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, rêveberiya Amed Sporê jî beşdarî konserê bûn.
Piştî 27 salan ku yekem car bû Dîlanar konserek li bakurê Kurdistanê da rastî eleqeyek mezin hat. Bi hatina Dîlanar a ser dikê re dengê çepikan û kêfxweşiya guhdar û temaşegeran li eywanê olan da. Dîlanar bi performansek jêhatî û serketî dest bi konserê kir û ewil strana “Ez xeyîdî me” dest bi strandinê kir.
“AMED CIHÊ BERXWEDANÊ YE”
Dîlanar axaftinek kurt kir û diyar kir ku bajarê Amedê ji bo hemû miletê kurd hem cihê berxwedanê ye û hem jî cihê serhildanê ye û wiha got: “Amed di dîroka têkoşîna miletê kurd de cihekî gelek girîng digire. Hem bi hestên xwe, hem bi nasnameya xwe ji ber ku Amed cihek ew qas qedîm e. Ew qas împarator ew qas kes hatine û çûne lê ev keleha Amedê her wekî xwe maye û miletê Amedê jî her wekî xwe maye. Ji ber vê li gorî felsefeya miletê kurd çiqas girîng e, me xwest yekem konserta me li vir be. Bi xêrhatina we hemûyan dikim. Tu luksek miletê kurd nîn e ji hev bixeyîde.”
BI MEYA EGÎDÊ CIMO ŞEV XWEŞ KIR
Dîlanar piştî axaftina xwe stranên ji hev xweştir strî. Delîl strana “Şerê Tarxan” jî strî û beriya bistrê li meyê da. Yek ji strana herî xweş “Dewrêşê Evdî” ku di nava xelkê de rastî gelek eleqeyek mezin tê jî strî. Delîl Dîlanar dîsa li meyê da û diyar kir ku vê meya wî di sala 1996’an de mîrê bilûrê Egîdê Cimo ku di çileya 2019’an de koça dawî kir, diyarî wî kiriye.
AMEDSPORÊ FORMA DIYARÎ WÎ KIR
Di navbera konserê de Serokê Duyemîn ê Kuluba Amedsporê Cahît Akin û endama rêveberiya Kulubê Heval Şîmşek derketin ser dikê û formaya Amed Sporê ku li ser “21 Delîl Dîlanar” nivîsîbûn û stûmala Amedsporê diyarî wî kirin. Akin, hunermend Dîlanar vexwend maça duyemîn a play-offê ku Amedsporê 16’ê mehê di bilîze.
Dengê meyê û dengbêjiyê û stranên modern li eywana konserê olan dan. Konsera ku du saetan dom kir, di dawiyê de bi strandina stranên dîlanê re bi dawî bû.
Dîlanar dê îro li Mêrdînê û di 15’ê Gulanê li Rihayê û di 28’ê gulanê jî li Stenbolê konseran li dar bixe. 
*
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


