Diyarname
Festîvala Fîlman a Frankfurtê ya Tirkan xelata Serketina di Hemû Jiyanê de dabû lîstikvana navdar Nur Surer. Surer li ÎHD’ya Stenbolê bi merasimek ev xelat da Dayikên Şemiyê.
Dayikên Şemiyê ev zêdeyî 900 hefteyan e li ber Lîseya Galatasaraya Beyogluya Stenbola Tirkiyeyê rojên şemiyan rûdinin û daxwaza dîtina kur-keç, dê-bav, xweş-birayên xwe yên windayî dikin. Ji ber van xebata wan lîstikvan Surer xwest xelata ku dane wê diyarî Dayikên Şemiyê bike. Ji bo vê roja 6'ê mehê li ÎHD’ya Stenbolê merasimek çêbû û pêşî xizma windayan, yek ji Dayikên Şemiyê Maside Ocak axivî û diyar kir ku Surer bi salan li Meydana Galatasarayê piştgirî daye wan.
Surer jî di axawtina xwe de got ku peyva “Cumartesî” (roja şemiyê) her Dayikên Şemiyê tîne bîra wê û got, “Pêşî hindik bûn, paşê gelek dayik hatin. Roja şemiyan, rojên ez nexwebitîm ez çûm cem wan. Ez jî kesek ji Dayikên Şemiyê me, ez vê qebûl dikim. Ligel ku tu windayiyên min tune bin jî in her xwe li cem wan hîs kir, dilê min ligel wan lê da.“
Pitî axawtinan Surer xelata ku girtibû da jina Fehmî Tosun ê ri bin çavan de hat windakirin. Mêvanan bi deqîqeyan ji bo Surer li çepikan da.
Tosun jî got, “Li ser navê hemû dayikan ez vê digirim. Bi taybetî ji bo Dayika Emîne a herî extiyara me digirim. Ez li ser navê hemû Dayikên Şemiyê, ji bo bavan, însanan digirim. Baş e ku însanên wekî we hene, baş e ku yên wekî we yên ji bîr nakin hene. Emê jî ji bîr nekin. Heta windayiyek jî bimîne emê hesabê bipirsin.”
Birê Cemil Kirbayir ê hatibû windakirin Mikail Kirbayir jî axivî û li ser navê Dayikên Şemiyê sipasiya Surer kir.


