logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Piştî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Ev çîroka jineke kurd e. Jinek ku li zindanê bi kurdî nivîsî û pirtûkên wê li derve derketin. Û piştî 30 salan li derve

  • Dîrok: 11/08/2022
  • Beş: Serbest

Cemil Oguz

Ev çîroka jineke kurd e. Jinek ku li zindanê bi kurdî nivîsî û pirtûkên wê li derve derketin. Û piştî 30 salan li derve gihîşt pirtûkên xwe. Em qala nivîskara kurd Mizgîn Ronak dikin. Ev çîroka wê ya 30 salan e.

Mizgîn Ronak, bi navê xwe yê nasnameyê Mizgîn Aydin piştî 30 salan roja 10'ê mehê ji girtîgehê derket. Hevalên wê, komeleya piştgiriya malbatên girtiyan, hinek Dayikên Şemiyê li ber Girtîgeha jinan a Gebzeyê ew pêşwazî kir.

Ronak di sala 1973’yan de li gundekî Licê ya Amedê hatiye dinê. Di sala 1992'yan de, di 19 saliya xwe de, di salên ku hevalên wê dest bi zanîngehê dikin de ew wekî gelek keç û xortên ji Licê tê girtin. DGM (Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Tirkiyeyê) wekî gelek kesên din ji bo wê jî îdîanameyê saz dike û bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" 30 salan cezayê hepsê lê dibarîne.

BERXWEDAN Û NEXWEŞÎ

Piştî ceza lê dibarînin dişînin girtîgeha Batmanê û pêvajoya wê ya girtîmayînê ya ku dê 30 salan bidome dest pê dike. Li girtîgehên Batman, Sêwas, Mêrdîn, Elbistan, Çewlik û herî dawî li Gebzeyê dimîne. Wekî hemû girtiyên kurd ew jî li girtîgehê demek zehmet derbas dike helbet; Beşdarî girêvên birçîbûnê dibe, bi nexweşiyê dikeve lê her ber xwe dide. 

Vê 30 salên girtîgehê pêre nexweşiya tansiyona, nexweşiya gurçikan çêkir û carek jî ji ji qirikê (emeliyeta guatre) emeliyet bû. Ew niha jî ji ber qansêra pêsiran tê dermankirin.

NIVÎSANDINA KURDΠ

Mizgîn Ronak ligel her tiştî, ligel berxwedan û sekna xwe ya siyasî di 30 salên xwe de kedek mezin da kurdî jî. Li ser nivîsandina kurdî sekinî, kurdiya xwe pêş ve bir û ji hundir nivîs şandin derve. Nivîsên ku wê li girtîgehê li ser kaxizên ziravik nivîsandin û  şandin derve di rojname û di kovarên kurdî de belav bûn û her wiha ji bo pirtûkan jî wê kedek mezin da. Heta ji girtîgehê derket li derve 6 pirtûkên wê derketin.

PIRTÛKÊN WÊ

Pirtûka Mizgîn Ronak ya yekem bi navê "Sêv jî me dijukin" wekî helbest ji Weşanxaneya Lîs (2008) derket. Dûre wê dest bi romanê kir û bi navê "Em Bûn Baran" romana wê ya yekemîn di sala 2011'an de ji Weşanxaneya Aramê derket. Paşê dîsa bi helbestê derket pêşberî xwendevanan: Dilavî. Pirtûka wê ya helbestan "Dilav"î di sala 2014'an de ji Weşanxaneya Ar derket.

Ev xebat û keda wê ya ji bo kurdî bi giranî, bê navber dom kir û di sala 2018'an de 3 pirtûkên wê ji Weşanxaneya Sîtavê bi hev re derketin. Ji wan du roman bûn "Nobedarê Gulên Kobanê" û "Rojhat". Pirtûka din jî wekî çîrok bi navê "Gorçiya Ne Em" xwe gihand ber destên xwendevanan.

Bi kurt û kurmancî di 30 salên girtîmayî de wekî berxwedenake ji dil, jîrekiyeke bêhempa, li hemberî sirgûnbûn û belawelabûna gelek girtîgehan, li hemberî nexweşî û serêşiya mezin jî wê 6 pirtûk, wekî 3 roman, 2 helbest û çîrokek pêşkêş kirin. Ew niha li derve ye û li derve dê hem jiyana xwe, hem kurdiya xwe û xebata xwe ya bo kurdî bidomîne. Û ew piştî berdêleke giran, piştî 30 salên zehmet êdî azad e. Lê ew vê yekê wekî azadî nabîne û di gotina xwe ya pêşî a li derve de wisa dibêje, “Heta hevalek me jî girtî bimîne ev ne azadî ye. Divê hemû hevalên me yên girtî bêne berdan.”

 

 

 

 


Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.  

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Ewropayê 'Cold War' bi ser ket

ad

Sergotina Tilermenî

ad

Tîmê bajarê kurdan di Kûpaya Tirkiya de ca gênê

ad

Trump şî Iraq

ad

Derhêner Halldorsonî rê neda Messi!

ad

Dadgehê rayeya rêveberiya Baroya Stenbolê betal kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname