Diyarname
Vê carê pirtûkek li ser rewşa sosyolenguîstîk a kurdî ya li Tirkiyeyê hat weşandin.
Pirtûka Ergin Opengin a bi navê “Rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk li Tirkiyeyê” ji Weşanên Avestayê derket. Weşanxane diyar kiriye ku bi vê kitêbê dest bi rêzeke nû bi navê "Lêkolînên Ziman" kiriye.
Engîn Opengin lêkolîner û wergêrekî kurd e ku ji xelkê Şemzînanê ye. Wî di sala 2007'an beşê Perwerdeya Zimanê Îngilîzî li Zankoya Bogaziçiya Stenbolê qedand û di sala 2009'an de xwendina xwe ya masterê di warê zimannasiya civakî de li Zankoya Rouenê li Fransayê qedand.
Opengin ji bo teza xwe ev mesele girt dest û ji bo vê yekê di sala 2009'an de dest bi lêkolînê kir.
Lêkolîna ku niha wekî pirtûk hat çapkirin li ser van 4 pirsyarên hatiye avakirin:
1- Îro, kîjan fakterên zimanî û der-zimanî xwedantesîr in li ser rewşa zimanê kurdî li Tirkiyeyê?
2- Gelo sazkarî û pêşhatên van heyamên dawî di warê siyasî û pratîk de li Tirkiyeyê xwedantesîr in li ser sehên (perception) welatiyên kurd sebaret bi zimanê xwe?
3- Kîjan faktor diyarker û biryarder in di tercîh û bikaranîna kurdiyê de li gor qadên civakî û rewşên danûstandina zimanî de?
4- Rewşa faktayî ya kurdiyê hevterîb e, an jî heta çi dereceyê hevterîb e, digel tercîh û bikaranîna zimanî ya di jiyana rojane de?
Opengin, di heman demê de heta niha çend pirtûkên bi vî rengî wergerandin kurdî:
- Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî, Kerim Yildiz (2005), Stenbol: Weşanên Avesta, 2009
- Yaresan: Bir Kurt Cemaatinin Sosyolojik, Tarihsel ve Dini-Tarihsel Bir Incelemesi, Reza F. Hamzeh’ee (1990), Stenbol: Weşanên Avesta, 2009 (bi tirkî)
- Serpêhatiyên Tom Sawyer, Mark Twain (1876), Stenbol: Weşanên Avesta, 2009
- Kurd: Dîrok û Kultûra Wan, Jemal Nebez (1999), Stenbol: Weşanên Avesta, 2008
- Êzdiyatî: Civak Stenbol Rîtûel, Xana Omerxala, Stembol: Weşanên Avesta, 2008
- Kurd û Kurdistan, Arshak Safrastian (1948), Stenbol: Weşanên Avesta, 2007
Rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk li Tirkiyeyê / Ergin Opengin / Lêkolîn / 232 rûpel


