Diyarname
Ne henek e, erê li Tirkiyeyê her tişt zem dibe, yanê buha dibe lê vî welatî zemkirina tiştan qedexe kir. Em qala Belarusê dikin.
Serokomarê Belarusê Aleksander Lukansenko bi sedema têkoşîna dijî enflasyona bilind buhazikirina tiştan, bi gotineke din zemkirina wan qedexe kir.
Li gor nûçeya Rojnameya Dunyayê ku rojnameyê nûçe ji ajansa welat Beltayê girtiye, Lukashenko wisa gotiye, “Ji îro pêdetir buhakirina tiştan qedexe ye. Loma ev biryar îro destpê dike, îro jî dê buha neyê zêdekirin.”
Li Belarusê texmîn ew e dawiya salê enflasyon derkeve seî 19’an. Di meha gelawêjê de ji sedî 18.1’ê daketibû sedî 17.9.