Diyarname
Sait Kirmizitoprak û Sail Elçi ku di nav salên 1960-75'an de xwedî ciheke girîng in di 40 saliya kuştina wan de hatin bibîranîn.
Dr. Şivan (Sait Kirmizitoprak), Sait Elçi, Suleyman Muînî û kuştina têkoşerên kurd ên salên 1960-1975'an pirtûkek hat amadekirin. Pirtûk ji aliyê Selahattin Ali Arik ve hatiye nivîsandin û bi navê "Dr. Şivan, Sail Elçi, Suleyman Muînî ve Kurt Trajeisi (1960-1975)" ji Weşanên Perî hat weşandin.
Ji bo nasandina pirtûkê û 40 saliya kuştina wan li Taksim Hill Otelê çalakiyeke hate li darxistin.
Xwediyê Weşanên Pêrî Ahmet Onal, nivîskarê pirtûkê Arik, kesên wê serdemê yên wekî Naci Kutlay, Osman Aydin, Kazim Arik, xwişka Dr. Şivan û li dor sed kesî beşdarî çalakiyê bûn.
'Xwîna min ji yên 38'an ne şîrîntir e'
Çalakiya bibîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi nîşandayîna slayteke ku li ser wan çêkiribû dom kir. Nivîskar Arik li ser Dr. Şivan wisa got: "Herî dawî di sala 1969'an de hat gund. Wî her kes miayeke kir, ji wan re reçete nivîsî. Diya min jêre got, 'Ti cîgira mawa, meşo, go to bikşê', yê vat, 'Yê 38'de hamey kiştiyî guney min yînan na şîrîntir niya. Ji bo ez Dr. Şivanî fêm bikim min dest bi lêkolînê kir, agahiyên li ser wî dan ber hev. Di destê birê wî de jî heman agahî hebûn. Min ji şahidên yekemîn agahî berhev kirin. Sipas Ahmet Onal re ku wî jî ev pirtûk weşand."
'Saît bi destê hinan têne kuştin'
Hevalê Dr. Şivan ê têkoşînê Osman Aydin jî li ser wî axivî û got: "Dr. Şivan ji bo têkoşîna kurd di nav hewldaneke cuda de bû. Baweriya wî ew bû ku ev têkoşîn bi çekdarî dibe. Wê çaxê PDKT'yek hebû. Di 26'ê pûşpera 1970'ê de me civînek çêkir, me Partiya Demokrata Kurdistan a li Tirkiyeyê ava kir, ew bû sekreterê giştî. Em 13 kesên din bûn rêveberên partiyê. Kadroyên me yên wê demê bi kedeke mezin têkoşîn dan, dîrok divê vê yekê wisa binivîse. Gelek hevalên me şehîd ketin."
Aydin li ser her du Saîtan ku her du jî hatine kuştin got ku ew dixwaze wan wekî şehîdên Kurdistanê bêne yadkirin, li ser pirsa "Kî ew kuştin?" jî wisa got: "Em bi rastiya bûyerê nizanin. Hin kurteagahî di destê me de hene. Dema em wan didin ber hev wêneyeke şêlo derdikeve holê, lê hê jî tam zelal nebûne. Gere em li wan salan binêrin. Di sala 1971'ê de tevgera kurd bi rejima Baas re peymana otonomî saz kiriye. Ji bo Kerkûk bajarê kurdan e yan na dê referandûm çêbibe. Dewleta tirk vê naxwaze. Li Kerkûkê tirkmenan derdixe pêş. Bê Kerkûkê başûrê Kurdistanê nikare bijî. Petrol li wê derê ye. Hê jî pirgsirêka sereke Kerkûk e. 40 sal berê jî wisa bû. Loma her du Saît têne kuştin. Bi destê hinan. Lê Saît'ek yê din, yanê wekî tê gotin wan hev nekuştiye."
'Ew bijareyên kurdan bûn'
Rewşenbîrê kurd Naci Kutlay ku di "Doza 49'an" de tevî Saitan hatibû binçavkirin jî axivî û wisa got: "Dr. Şivan, dîsa Medet Serhat hebû, ew kesên bijare bûn ku ji nav kurdan derketin holê. Îro pêdiviya kurdan gelek bi wan heye. Ew biaqil bûn, serdema xwe baş tehlîl dikirin. Doza 49'an tevgera ji nû ve lêgerînê bû. Sait wê demê meseleya axê anîbû ziman, digot ax nebe nabe."
'Ew kurdparêz bû'
Weşanger Ahmet Onal jî got ku Dr. Şivan yekemîn Marksîst bû, şoreşger bû, pêşî wî gotibû dewleta tirk faşîst, dîktator e û bi vî awayî ketibû nav tevgerê. Onal wisa dom kir: "Dr Şivan digot ez kurdparêz im, ji bo têmkoşîna kurdan kurdparêz bû. Ew kirmanc bû, di şeş mehan de hem kirmanciya xwe pêş xist, hem jî hînê kurmancî bû, paşê soranî jî hîn bû. Wisa tam neteweyî bû, ew ne kesek herêmparêz bû, neteweparêz bû. Em niha ji Hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku cenazeyên wan bêne dîtin, ji wan re li kêleka hev gor bê çêkirin."
Di pirtûka ku Selahattin Ali Arik amade kiriye de jî li ser dîrok, têkoşîn û kuştina Saitan agahî hatine pêşkêş kirin. Her wiha bûyera Suleymanê Muînî, Tevfîk Fîkret û gelek kesên din ku di wan salan de li başûrê Kurdistanê hatine kuştin agahî hatine pêşkêş kirin.
Foto: Cemil Oguz
.jpg)
Ahmet Onal

Naci Kutlay

Selahattin Ali Arik

"Dr. Şivan, Sail Elçi, Suleyman Muînî ve Kurt Trajeisi (1960-1975) / Selahattin Ali Arik / Weşanên Pêrî / 519 rûpel