logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

'Hawara Botan' gaveke din avêt

Kovara Hawara Botan ku berî derkeve edîtorê wê (Mîrza Ronî) hat girtin, dema derket jî der barê wê de lêpirsîn hat dest

  • Dîrok: 23/12/2011
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Kovara Hawara Botan ku berî derkeve edîtorê wê (Mîrza Ronî) hat girtin, dema derket jî der barê wê de lêpirsîn hat dest pê kirin, herî dawî jî şêwirmendê wê yê hiqûqê (parêzer Veysel Vesek) hat girtin lê kovar meşa xwe didomîne.

Kovarê niha hejmara xwe ya duyemîn derxist. Di kovarê de çîrok, helbest, nivîsên li ser dîrokê, nivîsên li ser çand û ziman cih girtine. Her wiha jî hevpeyvîn. Yek ji wan hevpeyvînan bi helbestvan Berken Bereh re hatiye kirin. Di hevpeyvîna ku Bereh gotiye "Helbesta min dişibe axa xwe" de wî ev gotin anîne ziman: "Ji bo min helbest bexçeyek e ku her kes li gor xwestekên xwe tiştikê lê diçîne an pirtûkekê ku her kes li gor xwestekên xwe wê dixwîne û tiştên dixwaze têde hatine bicihkirin.  Helbestvanî jî bi vê dîtinê ve girêdayî ye. Ez li welatekî dijîm ku her kêlikeke wê bi hezar pirs û êşan hatiye nexşandin. Ango her bihoştek ax û nişteciyên wê ji hezar deran hatine birîndarkirin û hê jî şûrê êşê bi hemû hêza xwe, xwe lê diceribîne. Vêca li welatê eşê ku zimanê te piçekî bikaribe bişixule û pênûsa te bikaribe hest û dilînên te darêje ser kaxezê, helbet tu yê wan bi sebra dayikekê binexşînî. Aha ez jî dixxwazim her tişta li ser mil û dilê min dibe barekî giran bidime aliyekî, an wan nîşanî civatê bikim."

Civaknas Zekî Ozmen bi sernavê "Ji pênûsa biyaniyekî destnîşankirina sînorên Herêma Botan" nivîseke nivîsiye û qala sînorê Botanê kiriye. Ozmen li ser mijarê wisa gotiye: "Di der barê destnîşankirina sînorên herêma Botanê de gelek caran erdnîgariya di bin hikumdariya mîrnişîna Bedirxaniyan de wekî referans tê destnîşankirin. Lê di vê teoriyê de jî tê ji bîrikrin ku mîrnişîna Botan qada bandora xwe carinan heta Wan, Sêrt, Ûrmiye û Rewandizê berfireh dikir. Ji xwe Evdilrezaq Bedirxan jî di otobiyografiya xwe de dibêje ku begên mîrnişîna Botan carinan menzîla fermandariya xwe fireh dikirin û carinan jî ew menzîl dima di çarçoweya sînorên Cizîrê û Botanê de. Bi vî awayî jî tê fêmkirin ku sînorên hikumdariya Bedirxaniyan ne herêmeke diyar bû û sînorêr wê mînnişînê li gora hêza leşkerî dihate guhartin. Cizîr û bi giştî herêma Botanê navenda vê mîrnişînê bû lê belê ne sînorê hikumdariya mîrnişînê bû."

Ozmen qala lêkolînvanekî alman ê bi navê Martin Hartmann dike ku wî jî li ser sînorên Botanê nivîsiye. Ozmen gotinên Hartman wisa neqil dike "Herêma Botanê ew erdnîgariya di navbera çemê Dîcle, ava Botanê û ava Xabûr de ye" û vê gotina Hartmann ku sed û panzdeh sal berê kiriye wekî referans û nêzî rastiyê nîşan dide.

Kovar ji bo balê bikişîne ser erdheja Wanê û trajediya wê derê berga xwe ya paşî jî li ser erdheja Wanê saz kiriye.

Her wiha Dr. Kamiran Elî Bedirxan, Hasan Kaplan, Omer Dilsoz, Eşref Keydanî, Yûnis Das, Mesût Botan, Mem Bawer, Ceng Hêvîdar, Bager Botani, Şivan Zeren, Feratê Dengizî, Egîd Botan, Abdulkadir Bîngol, Rukiye Ozmen, Çekdar Botan, Sîdar Jîr, Zîwer Îlhan, Veysel Vesek, Sekvan Botan, Ramazan Zirig, Helîm Yûsiv, Selamî Esen, Konê Reş, Rênas Xendekî, Çekdar Botan bi nivîs, helbest û xebatên xwe yên berhevkariyê di kovarê de cih girtine.

***

Nûçeyên eleqedar:

- Kovara Hawara Botan hat berhevkirin 

- ‘Hawara Botan’ê derket lê edîtorê wê li hundir e

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

news
  • 27 05 2026

Kovara Rewşenbîr bi hejmara nû hat

news
  • 21 05 2026

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist

news
  • 21 05 2026

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

news
  • 13 05 2026

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

news
  • 27 04 2026

Spotify wê 1400 heb vîdeoyên egzersîzê belav bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Girtîgeh di 2 rojan de bû sedema mirina 3 kesan

ad

Karîkaturîstê brezîlî Erdogan wisa xêz kir

ad

Xelata Man Booker dan 'Milkman'

ad

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

ad

Egidê Cimo wefat kir

ad

Dolarên xulam û pêşmergeyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname