Diyarname
Dewlet li Batmanê dê nexweşxaneyeke çêbike lê binêrin çi bi wê nexweşxaneyê hat…
Ji 200 nivînan ber bi 500 nivînan
- Li Batmanê Nexweşxaneya Dewletê ku 500 nivîn lê ne dê bê çêkirin, lê hê jî xîma wê nehatiye avêtin.
Îhaleya yekemîn
- Ji bo çêkirina nexweşxaneyê roja 2’yê sermaweza 2021’ê, yanê nêzî salek berê îhale hat çêkirin û bi 423 mîlyon TL’yî kompaniyên Ederay û Gokyol îhale girtin. Lê kompaniyan bi sedema nûkirina maliyetê ji îhaleyê vekişiyan.
Îhaleya duyemîn
- Vê carê roja 7’ê reşemiya 2022’yan îhale hat çêkirin û bi 470 mîlyon TL’yî kompaniya Saridaglar Înşaat (kompaniyeke ji Çewligê ye) îhale girt. Lê ew îhale jî hat betalkirin.
Îhaleya sêyemîn
- Vê carê 5’ê kewçêra 2022’yan îhale hat çêkirin. Îhaleya ku li Enqereyê hat çêkirin de 5 kompanî beşdar bûn û MBD Înşaat ku navenda wê li Enqedeyê re bi mîlyarek 199 mîlyon û 500 hezar TL îhale girt. Wekî temamkirina nexweşxaneyê jî wekî hezar roj hat diyarkirin.
SES: 6 sal in tiştek nekirine
- Hevseroka SES’a Batman Deniz Topkan dibêje “Di sala 2016’an de wekî cihek 200 nivîn ket rojevê. Gelek caran ji ber eraziyê dest pê nekir. Paşê kirin projeya nexweşxaneyeke ji bo 400 nivînan, dûre bû 500 nivîn… Yek ji sedemên çênekirina vê nexweşxaneyê nebûna pereyan, sedemeke din jî dixwazin wekî amûreke hilbijartinê bikar bînin. Ji ber ku fikra ‘ma berê nexweşxane hebû, me çêkir’ serdest e.”
(Ev agahî ji nûçeya Fethi Balaman a di MA’yê de hatine girtin)


