Diyarname
Îro 20’ê Sermawezê Roja Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bû. Li ser vê yekê Baroya Amedê daxuyanî da çapemeniyê û xwest Tirkiye xala pêş mafên zarokan rake.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1959’an de Danezana Mafên Mirovan qebûl kir. Bi vê danezanê mafên zarokan girt bin ewlehiyê. Tirkiyeyê di sala 1994’an de ev danezan qebûl kir, lê xalên 17, 29 û 30 yên danezanê qebûl nekirine û astengî dane ser van. Ev xal li ser azadiya ramanê ya zarokan, jiyîna çanda xwe û bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî ne, ji ber vê yekê Tirkiyeyê ev xal qebûl nekirine. Baroya Amedê îro di daxuyaniya xwe de bang li Tirkiyeyê kir û xwest astengiyên pêş van xalan rake û wan bipejirîne.
Serokê Baroya Amedê Nihat Eren û gelek parêzer beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroyê Huriye Hamidi daxuyanî xwend. Hamidi got ku bi nepejirandina van xalan zarok nikarin mafên xwe bikar bînin û pêşeroja xwe saz bikin. Hamidi wisa got, “Zarok û dê û bavên wan di warê daxwaza dersa kurdî de zehmetî dikişînin ku nepejirandina van xalan dibe sedema vê yekê. Ev astengiyên li pêş van xalan divê bêne rakirin.”
Di daxuyaniyê de li ser rewşa giran a zarokan ya di girtîgehê de, dîsa zrokên dixebitin jî hate rawestandin. Li aliyê din hat gotin ku par 22 zarok di encama qezaya erebeyên zirxî de mirine.


