Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha dawî ya salê eşkere kir. Di vê meha berfanbarê de 3 lîstim hene.
Şanoya Bajêr a Amedê vê meha berfanbarê dê lîstikên xwe "Dek û Dolabên Scapen", "Don Kîxot "Tartuffe" pêşkêş bikin.
Lîstika "Dek û Dolabên Scapen" lîstika Molier e, Dilawer Zeraq wergerandiya û Ozcan Ateş derhêneriya wê kiriye. Yavuz Akkuzu, Sena Ozbey, Şahabettin Dag, Erdal Kaya, Şahperi Alphan, Ozkan Şeker, Nurşen Adiguzel û Sadettin Înal têde lîstine.
Lîstika "Don KixoT" a Cervantes û Dilawer Zeraq wergerandiye. Lîstika ku derhêneriya wê Ferhad Feqî kiriye, Ozcan Ateş, Şehabettin Dag, Berfîn Emektar, Elvan Koçer, Ozcan Şeker û Şîlan Alagoz têde dilîzin.
Lîstika "Tartuffe" lîstika Molier e û Şêxmês Sefer wergerandiye. Lîstika ku Ruknettin Gun derhêneriya wê kiriye, Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Berfîn Emektar, Elvan Koçer, Hamdusena Ozbey, Şahperî Alphan, Dîjle Guneş Yavuz, Mahmut Kosem û Ozkan Şeker têde dilîzin.
Bername bi vî rengî ye:
- 2-3-9-10 Berfanbar: Dek û Dolabên Scapen
- 16 - 17 Berfanbar: Don Kîxot
- 23-24 Berfanbar: Tartuffte
Hemû lîstik saet 19.30 de dest pê dikin.


