ENQERE
Serokwezîrê Rêveberiya Fililîstînê ya li Xezzeyê Îsmaîl Haniye di hevdîtina bi Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş re pêk anî de, ji ber şibandina navê Demîrtaş û Selehedînê Eyûbî got; “Selahadînî el Kurdî. Qudis li benda Selehedînê xwe yê nû ye” û Demîratş vexwend Qudisê.
Duh Serokwezîrê Rêveberiya Filistînê Îsmaîl Haniye bi Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêk anî. Endamên çapemeniyê negirin civînê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin BDP’ê di hevdîtinê de got; “Hikumet zilmê li kurdan dike. Mafên wan ên mirovahî nade. Her çendî em li hemberî vê helwesta hikumetê têbikoşin jî, lê em her tim piştgirî didin tekoşîna gelê Filistînê ya li hemberî Îsraîlê, xebatên ku ji bo vê yekê têne kirin. Em piştgirî didin hemû alîkariyên ku hikumet dide gelê Filistînê.”
Hate gotin ku Haniye gotiye “Em hêvîdar in ku hûn ê hemû mafên xwe bi dest bixin.”
Di hevdîtinê de Haniye Demîrtaş vexwende Qudisê û Demîrtaş jî Haniye vexwende Amedê.
Hate diyarkirin ku Haniye di hevdîtinê de ji ber şibandina navê Demîrtaş û Selehedînê Eyûbî got; “Selahadînî el Kurdî. Qudis li benda Selehedînê xwe yê nû ye.” Demîrtaş jî got; “Em hêvîdar in ku dê Qudis azad bibe” û Haniye jî got; “Em jî hêvîdar in ku dê Amed rizgar bibe.”
Lê piştî hevdîtinên Haniye ên ku bi serokên partiyan re kir û bi dawî bûn, Haniye ji bo AA'yê axiviye û gotiye ku li ser Amedê min gotineke wisa negotiye.


