Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Di mehên dawî de li Tersxaneya (Gemîgeha) Tuzla mirina karkeran zêde bû. Hema hema her roj Tersxaneya Tuzla dibe mijara çapemeniyê. Li hemberî mirina karkeran hukumet bêdeng e û zêde hewl nade xwe. Hinên ku dixwazin bi kameraya xwe vê bêdengiyê xera bikin jî hene. Ji sînemaya BEKSAV'ê Aynur Ozbakir li ser Tersxaneya Tuzla û karkerên wê bi navê "Limanlarin Ugultusu (Gumîna Bênderan)" belgefîlmekî kişand.
Belgefîlmê ku digel çîroka xemgîn a karkeran, greva karkeran a 27-28'ê reşemiya îsal jî nîşan dide 35 deqîqeyî ye û galaya wîy li BEKSAV'ê li dar ket.
Belgefîlm çîroka karkeran pêşkêş dike. Ji karkeran yek dibêje, "Tu ewlehiya me nîn e. Mînak ez li jêr dixebitim, hema li jor, li ser min yekî din dixebite û hindik dimîne ku sacek bi ser min de bikeve", yekî din jî wisa dibêje; "Taşeron meaşê me hemû nade. Nivî dide nîvê din dihêle meha din ji bo ku em dev ji kar bernedin û nerevin."
Ji karkeran yekî din derdê xwe wisa tîne ziman; "Ev sê meh in ez dixebitim, ez dipirsim 'te sîgortaya min razand', dibêje 'erê' lê ez ji înternetê lê dinêrim ranezandiye." Û gotina herî dilşewat karkerekî din bi vî awayî tîne ziman: "Em her serê sibê dema ji mal derdikevin em ji malbata xwe xatir dixwazin. Dibe ku em bi awayekî eşkere vê naynin ziman. Lê em dizanin ku hema di her kêliyê de talûke heye ku mimkûn e em bimirin û êdî venegerin."
“Limanlarin Ugultusu” ji bêndera ku bêrêxistinbûn mirinê, rêxistinî jî jiyanê tîne pêşkêş dike, ji wê derê çîrokên balkêş, rû û dîmenên balkêş nîşan dide. Fîlm digel dîtinên malbatên ku zarokên wan di tersxaneyê de mirine, dîtinên hiqûqnas, sendîkevanan jî radigihîne temaşevanan; her wiha digel dîmenên ku ji tersxaneyê bi zor bi dest xistine.
Li ser belgefîlmê "Limanlarin Ugultusu", li ser rewşa karkeran me bi derhênera belgefîlm Aynur Ozbakir re hevpeyvîneke kir.
- Fikra kişandina vî belefîlmî ji ku derket?
Ez ji keştiyan hez dikim. Berê min dema kamera digirt destê xwe min dixwest ez keştiyên xweşik bikişînim. Lê niha êdî ez keştiyên xweşik nakişînim. Dema min Tuzla dît êdî ne keştiyên xweşik, jinên ku mêrên wan mirine, zarokên sêwî mane, mirina karkeran tê bîra min.
Li Tuzlayê bi mirina kerkeran re we dest bi kişandina belgefîlm kir?
Nêzî 3 salan e em diçin Tuzlayê û tên lê bi gurahî ev pênc meh in em li ser dixebitin. Di her çalakî, berxwedan, grevê de miheqeq em li wê derê bûn. Di pênc mehên dawî de ji ber ku mirina karkeran zêde bû, grev û çalakî jî zêde bûn em zêdetir çûn û hatin. Di vê demê de em bi karkeran re bûn, me bi wan re xeber da. Lê ketina
tersxaneyê zor e. Nahêlin çapemenî bikeve hundir. Her tişt li hundir diqewime.
Bi ya we sedema mirina van karkeran çi ye?
Azweriya kar heye. Tersxaneyên Tuzla ji bo patronan bihuşteke kedxwurî, ji bo karkeran jî dojeh e. Sedema mirinan ev e: Ewlehiya kar nîn e. Li wê derê tenê baretê didin serê xwe. Li gor kar û cih kincan, pêlavan nadin wan. Taşeron van nade wan. Mînak karker wisa dibêjin; 'Ev îskeleyên ku têne çêkirin divê qewîmtir bin, qewîmtir bêne sazkirin lê na, ji tiştên virde û virde anîne îskeleyan çêdikin'. Mînak em dibînin kes li elektrîkê ketiye; dema qablo kevn bin, bi kun bin dê elektrîk bi mirovan bigire. Tiştên wisa...
Yanê ewlehiya kar bê sazkirin dê mirin ji holê rabin...
Karker vê jî dibêjin; "Ger ewlehiya kar bê sazkirin jixwe kes namire." Rewşa wê derê li gor rewşa karên giran nayê sazkirin. Karker pergala taşeronî naxwazin. Ew ji taşeronan zêdetir dixwazin bi fîrmaya bingehîn ku kar dide re bikevin têkiliyê, dixwazin ew bibe muxatab. Ji ber ku piştî kar diqede taşeron lê dide diçe, karker nikarin pereyên heqdesta xwe bigirin. Dê ji kî bigirin, ji taşeron. Taşeron jî dibêje, 'min pereyên xwe negirtine ez çawa bidim we' û bi vî awayî wan dixapîne. Rewşeke tevlihev e.
Karker û rêxistinên karkeran nikarin xwe bigihînin fîrmaya bingehîn? Li vê derê pirsgirêk bêrêxistin bûn e?
Belê bêrêxistinî zêde ye. Wisa bifikirin; li cihekê bêrêxistinî hebe ewqas mercên jiyana wehşî zêde ne. Kengê rêxistinî derdikeve holê wê demê rewşa asayî ya jiyanê derdikeve holê. Li vê derê jî rewş ev e. Li Tuzlayê saetên xebatê gelek dirêj in. Karker dibêjin, Li gor rewşa karên giran divê karker heft saet û nîv bixebitin lê ew 10-12 saetan dixebitin. Êdî hûn li ser baldariya wê, westiyabûna karkeran bifikirin...
Sedî çend karker birêxistin in?
Pir kêm. Tê gotin ku li Tuzlayê 40 hezar karker hene. Lê ne birêxistin in. Ji ber ku ji bo bibe endamê sendîkayê divê sîgortakirî be lê piraniya karkerên vê derê ne sîgortayî ne. Yên bi sîgorte dixebitin pir kêm in û yên endamên sendîkayan jî kêm in. Piştî greva 27-28'ê reşemiya îsal karkeran hîs kir ku pêdivî bi rêxistinîbûnê heye. Grev du sê roj berdewam kir. Jixwe meha pêşiya me de jî dê di 16'ê pûşperê de rojekê grevê bikin. Ji ber ku 16'ê pûşperê salvegera Bûyerên 15-16'ê Pûşperê ye û ji ber ku salvegera mirina karkerekî bi navê Ekrem Bektaş e wan ev rol hilbijartiye.
Karker zêdetir ji ku derê, ji kîjan herêmê ne? We çi dît?
Zêdetir ji Riha, Merex, Entabê ne. Piranî kurd in. Rastiyeke wisa jî heye; Li wê derê pergala xizimtî derbas dibe. Em qala bêrêxistinî dikin lê zilam li 'pismamê xwe, kurê xalê xwe digere, dibêje were li vir kar heye', ew di cih de siwarê erebeyê dibe tê. Ji ber ku li herêmê kar nîn e. Piştî demekê ew xal, ap dibe taşeron. Mînak Ruhiye qal dike, dibêje, 'Ji ber ku zavayê me taşeron e dema mêrê min li tersxaneyê mir me heqê xwe bi dest nexist'. Piştî demekê xal dibe patron. Dema ji rêxistinê, sendîkayê yek bibêje, 'Xwedî li heqê xwe derê, li heqê xwe bigere', karker dibêje, 'ez çi bikim, ew xalê min e'. Mînakên wisa pir in.
Hûn qet di rojnameyan de îlanên ji bo gera li karkeran nabînin. Ji ber ku telefonê dike, cih de xizmê xwe tîne. Tişteke din li Tuzlayê hûn pazara karkeran dibînin, her li wê derê sekinîne, li benda kar in. Ji ber ku rojane dixebitin.
Baş e, rastiya hejmara mirina karkeran ku di çapemeniyê de cih digere çiqas rast e?
Di sala 2008'an de ez bawerim 10 karker di qezaya kar de mirine. Heta niha bi giştî 96 karker mirine. Lê rew ne wisa ye. Kes bi mirina karkeran nahese. Ev reqem tenê sendîkaya Limter-Îşê bi zorê derxistiye holê. Di rastiya xwe de reqema karkerên ku li wê derê mirina zêdetir e. Karker vê yekê dibêjin: "Li cem min hevalê min di qezaya kar de dimire ez ji kesî re nabêjim, ji ber ku ez qal bikim dê min ji kar bavêjin." Yan jî malbat ji bo kesî re nebêje pere didinê, ew jî huş dibe. Bi vî awayî reqemên rastîn ji holê radibin. Gelek kes jî ji ber ku ne sîgortekirîne, dema qeza derbas dike radikin nexweşxaneyê û wî qeyd nakin.