LONDON
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’ê yê Wanê û Alîkarê Hevserokên BDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Nazmî Gur hevdîtinên xwe yên li Îngilîstanê didomînin. Demîrtaş û Gur li Navenda Civaka Kurd a li bakûrê Londonê civînek li dar xistin. Ev civîn, di heman demê de li ser înternetê bi awayeke zindî hate temaşekirin û sagona navendê tije bû. Demîrtaş got; “Li paytexta Brîtanyaya ku ev qas derd kiriye belaya serê me, em bi awayeke wiha têne pêşwazîkirin, ev yek ji bom e bextewarî ye” û dest bi nirxandinên pêşketinên siyasî kir.
Demîrtaş rexne li siyaseta Îngilîstanê kir û diyar kir ku nêzîkê 80 salane teror bi ser Kurdan tê meşandin, lê heta niha mafên sereke yên Kurdan nehatine gotûbêjkirin. Demîratş ji bo vê yekê jî mînaka statûya zimanê Kurdî da. Demîrtaş got; “Serokwezîr, Serfermandar û wezîr rabûne, ji me re dibêjin hûn kengî û li kû bi zimanê xwe biaxivin. Ev şermeke pir mezin e, lê ev şerm li stûyê wan e. Ew dem êdî çû, ji bilî gelê Kurd tu kesek nikare der barê zimanê Kurdî de tu biryara bide. Diyarkirina çarenûsa xwe mafê herî xwezayî yê her neweteyekê ye. Ev mafê yê Kurdane jî.”
Demîrtaş diyar kir ku di meseleya diyarkirina çarnûsa xwe de, gelê Kurd dê Xweseriya Demokratîkê têxin meriyetê (pratîkê û wiha berdewam kir; “Gel sê caran ji bo Xweseriya Demokratîk dengê (ray) xwe dan. Divê êdî ev yek li makeqanûnê were nivîsandin.”
BIHARA HER ZIVISTANEKÊ JÎ HEYE
Demîrtaş destnîşan kir ku hikûmet an jî hin derdorên nêzîkê hikûmet, dixwazin çaresernekirina pirsgirêka Kurd biavêjin stûyê tevgera Kurdan û got ku ev xapandineke pir mezin e. Demîtaş wiha peyîvî; “Hikûmetê berê hesab ê polîtîkaya xwe ya şer, operasyon û zextan kiribû. Ger hikûmetê protokolên ku Ocalan pêşkêşê dewletê kir, qebûl bikira, heta niha dê beşek mezin a pirsgirêk çareser bibiûya. Lê hikûmetê piştî ku hilbijartinê derbas kir, protolokan jî piştguh kir û dest bi êriş û operasyonên tunekirinê kir.”
Demîrtaş diyar kir ku armanca van êriş û girtinên di van demên dawiyê de ew e ku morala gelê Kurd xira bikin û kurdan teslîm bigirin. Demîrtaş wiha berdewam kir; “Ev rêbazane hemû rêbazên CIA’yê ne. Armanca wan ew e ku xof û tirsê têxin nava dilê neteweyekê. Vê yekê di salên 1990’an de bi kuştina mirovan pêk anîn. Lê bi ser neket. Di salên 2000’ê de rastiya neteweyek mezin derket holê. Niha jî digirin û diavêjin girtîge yan. Ev jî bi ser nakeve”
Demîrtaş ragihand ku dê ev tabloya tarî bi berxwedana gel di demên pêş de bişkê û got; “Bihara her zivistanekê jî heye. Bihar nêzîk dibe. Gava bi sedhezaran dîsa qadên Newrozê dagirtin, em ê wan dîsa bibînin.”
BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ DIVÊ BAŞ WERE FAMKIRIN
Demîrtaş diyar kir ku ew fêm nake kaç ima hikûmeta AKP’ê û kevneşopiya ku ev hikûmet li ser
dimeşe ewqas ji kevneşopiya tekoşîna azadiya Kurdan bêzar e û got; “Evane yên ji artêşa ku derbeya 12’ê Îlonê pêk anîn re gotine ‘bila em bibin tank û topên we’ ne. Evane ji wê kevneşopiyê tên. Lê li aliyê din jî kevneşopiya berxwedanê ya Kemal Pîr û Xeyrî Dûrmûşan hene.
Axaftinên Demîrtaş, di her carekê de bi dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hate birîn û Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê berxwedana Ocalan a li Îmraliyê baş were famkirin û got; “Siyasetmedarên bijarte yên Tirkiyeyên ne 13 sal, nikarin 13 rojan xwe Imraliyê li ser lingan bigirin. Dê di roja 14’emîn de hemû rêbezên xwe biforişin. Lê 13 sal in li Imraliyê berxwedan heye. Netewek dibêje ji rêberê xwe re dibêje ‘Rêberê min’ û xwedî lê derdikeve. Êdî tu nikarî heqaretê li wî bikî. Em dixwazin dawî li tecrîdê were û Ocalan azad bibe. Lê ew dibêjin BDP ‘jî’ azadiya Ocalan dixwaze. Ger BDP daxwaza vê yekê neke, dê daxwaza çi bike? Bila weke yên din ji we îhaleyan bixwaze? BDP ne partiya îhaleyan e. Sembol û nunera berxwedana gelekê ye.”
GELO KONFERANSA NETEWEYÎ DI MEHA NÎSANÊ DE YE?
Demîrtaş herî dawî der barê Konferansa Neteweyî ya Kurdan de jî agahî da û destnîşan kir ku di vê mijara de partiya pir dilxwaz û çalak e û got ku ger hevdîtinên wan encamek bi dest bixin, ew hêvî dikin ku konferans di meha nîsanê de bê pêkanîn.
ANF


