logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Dawiya vê hefteyê li 6 bajaran çalakiyên çandî

  • Dîrok: 27/01/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Di van 3 rojên dawî de li Amed, Wan, Stenbol, Batman, Riha û Londonê gelek çalakiyên çandî hene. Me ew dan hev. Kerem bikin...

AMED

KONSER: Konsera Kasim Taşdogan 28’ê mehê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar dikeve. Konser saet 18’an de li dar dikeve.

ŞANO: Li Şanoya Bajêr a Amedê dawiya hefteyê lîstika Dek û Dolabên Scapen tê lîstin. Rojên 27 û 28’ê mehê saet 19.30 de dê lîstik derkeve pêşberî temaşevanan.

*

WAN

DANASÎN-ÎMZE: Danasîn û îmzekirina pirtûkan bi beşdariya nivîskar û dengbêjek li dar dikeve. Nivîskar û wergêr Muhsîn Ozdemîr di vê çalakiyê de pirtûkên ku amade kirine û ji Weşanxaneya Sîtavê derketine îmze bike. Moderatoriya çalakiyê dê parêzer Sipan Gokhan bike. Ligel Ozdemîr, dê dengbêj Îsmaîl Seyranoglu jhi bi klamên de di çalakiyê de cih bigire.

Çalakî 29’ê mehê saet navbera 13.00-16.00’an de li dar dikeve.

ŞANO: Li Şano Wanê lîstika şanoyê ya Alan Teatre heye. Lîstina bi navê “Kûçikê Stalîn” 29’ê mehê derdikeve ser dikê.

*

STENBOL

ATOLYEYA ZAROKAN: Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo zarokan atolyeya dramayê saz dike. Atolye roja 28’ê mehê ye. Di çalakiya saet 12.00’an de zarokên 5-7 salî, saet 13.30 de jî zarokên 8-12 salî dikarin beşdar bibin. Komeleya Lêkolînên Kurdî li Ûnkapaniya Stenbolê ye.

SEMÎNER: Bi sernavê “Rewşa Muzîka Kurdî” li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî semînerek li dar dikeve. Semîner di bin moderatoriya hunermend Berfîn Aktay de bi beşdariya hunermend Tara Mamedova û Alî Tekbaş dê li dar bikeve.

Çalakî 28’ê mehê saet 15’an de li Terasa Weqfê li dar dikeve.

ŞANO: ’Nîsko’ ji bo zarokan tê lîstin. Lîstika şanoyê “Nîsko” ji aliyê Teatra Sî ve hatiye amadekirin ji bo zarokan tê lîstin. Lîstika ku derhêneriya wê Rewşan Apaydin kiriye 27’ê mehê saet 16’an de li Soganli Kultur Merkezî tê lîstin.

ZAROK: Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî ji bo zarokan gelek çalakî li gelek navendên xwe amade kirine û pêşkêş dike. Di bernameyê de 67 çalakî hene, hinek jê dawiya vê hefteyê ne.

*

BATMAN

FÎLM: Li Batmanê li Yenî Sahneyê 27’ê mehê nîşandayîna fîlm heye. Fîlm saet 20.00’an de tê nîşandayîn.

*

RIHA

KONSER:Li Rihayê konsera Kasim Taşdogan heye. Taşdogan 27’ê mehê saet 19.00’an de li Salona Konferansê ya Tahir Elçî a Baroya Rihayê dê konsera xwe pêşkêş bike.

*

LONDON
KONSER:
 Li Londona Îngilistanên jin bi diruşma Jin, Jiyan, Azadî 29’ê mehê saet 14’an de li The Marylebona Teatra çalakiyek li dar dixe. Di çalakiyê de hunermend Tara Jaff, Suna Alan, Fra Rustomji û Fari Bradley dê derkevin ser dikê. Li aliyê din dê pêşangeha wêneyên wênesaza îranî, girtiya berê, nivîskar û aktîvist Nasrîn Parvaz jî li dar bikeve. Di çalakiya ku ji aliyê Rêxistina Zerduşt a Dinyayê ve tê organîzekirin de gelek nivîskar, aktîvist jî dê biaxivin.



 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

DYA’yê komkujiya li Rojava şermezar kir

ad

Di şevekê de dê mîlyon dolarek kar bike

ad

Li 10 bajaran ji bo Roboskî mewlûd hat xwendin

ad

Navenda Kurdiya Bilind Gundê me ye

ad

Demirtaş bersiva serokwezîr da

ad

Samî dixwazin navên warên xwe bi zimanê xwe bi kar bînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname