Diyarname
Duh li Tirkiyeyê Saziya Teknolojî û Ragihandinê hesabên twitterên, hesabên youtube û malper jî têde qedexa danîn ser 340 hesaban. Di nav van de hesabên bi kurdî jî hebûn. Îro Komîsyonên Ziman ê 7 Baroyan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ev biryar rexne kir.
Komîsyonên ziman ên baroyên Agirî, Amed, Batman, Şirnex, Mêrdin, Riha û Wanê bi hev re daxuyaniya nivÎskî belav kir.
Di daxuyaniyê de astengikiran twittera rojnameya Xwebûnê, astengikirina malperên Weşanxaneya Avesta û Rûdawê hat bibîr anîn û wiha hat gotin, "Girtin û qedexekirina van pêngavek e ku bikaranîna zimanê kurdî sansûr dike, sînordar dike, dibe sedema asîmîlasyonê û pêşî li zimane kurdî digire. Em vê kiryara xelet şermezar dikin û banga rayedaran dikin ku vê qedexeyê paşve bikişînin, rê li ber zimane kurdî negirin."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Dadgehê gelek malper û twitterên kurdî asteng kirin


