Diyarname
Ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî KNK'ê daxuyaniyeke nivîsîkî weşand û got: Ala zimanê kurdî bilind bikin.
Li ser navê Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK'ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) Serokê Komîsyonê Rojan Hazim daxuyaniyeke nivîsî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ew "21'ê Reşemiya 2012'yan, roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ya îsal, diyarî têkoşerên doza KCK'ê dikin ku dixwazin di dadgehên Tirkîyeyê da parêznameyên xwe bi makzimanê xwe kurdî bidin."
Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin ku zimanê kurdî bi taybetî li Tirkîyeyê di nav aşê asîmîlasyonê de bi metod û teknîkên nû tê hêran û wiha hate gotin: "Dewlet û hikumeta Tirkiyeyê gelek bi zanabûn rê li ber perwerdeya bi zimanê kurdî digire û bi tu rengî firsetê nade ku zimanê kurdî bikeve nav sîstemê perwerdeya fermî û mekanîzmayên îdarî yên dewletê. Dewleta Tirk hêj jî hêvîya xwe bi asîmîlasyonê ve girêdide ku zimanê kurdî tinê di nav çarçoveya axivtina rojane da bihêle û di nav çerxa demî de jî jar û lawaz bike. Ne mimkuniya vê polîtîka asîmîlasyonîst derketiye meydanê, lê xuya ye dixwazin israr bikin û encameke li goreyî dilê xwe bi dest ve bînin."
Hate gotin ku kurd li hemberî polîtîkaya asîmîlasyonîst çeperên têkoşînê xurt dikin, bal kişand ser daxwaza parastina bi kurdî ya girtiyên doza KCK'ê û Roja Zimanê Zikmakî ya îsal diyarî wan hate kirin.
KNK'ê bang li kurdan kir û got: "Bi minasebata 21'ê Reşemiya 2012'yan em bangî hemû kurd û kurdistaniyan jî dikin ku di xebat û têkoşîna parastina zimanê kurdî de berpirsiyarîyên xwe bi cih bînin û li zimanê xwe kurdî xwedî derkevin û dawiyê li otoasîmîlasyonê jî bînin. Ev jî bi axiftin, xwendin û nivîsîna kurdî dibe. Her wisa daku zimanê kurdî bikeve nav sîstemê fermî li Tirkiye, Îran û Sûrîyeyê hewildanên xwe bilind bikin. Her wiha kurd li meydanên dîasporayê jî divê erkên xwe yên beramberî zimanê kurdî ji bîr nekin û di hemû waran da zimanê xwe bi kar bînin ku bikarin xwe li beramberî asîmîlasyonê ragirin.
Daxuyaniya KNK'ê wisa bi dawî bû: "Kurd û kurdistanî, alaya dengî ya xwe, anku zimanê xwe, makzimanê xwe li her derê bilind bikin, bi pêl bidin, hakimî jiyana xwe bikin."
UNESCO'yê di sala 1999'an de roja 21'ê Reşemiyê wekî Roja Zimanê Zikmakî îlan kir û ji wê rojê de ev roj tê pîrozkirin.