Diyarname
Nivîskar Çîdem Baran ku par romana xwe ya yekemîn bi navê “Li Peravên Torê, Torên Evînê” ji Weşanên Ronahî derxistibû îsal ji heman weşanxaneyê duyemîn romana xwe derxist. Baran vê carê navê “Lerizînên Tenêtiyê” li romana xwe kiriye.
Romanûsa ciwan Çidem Baran ku bîst û pênc salî ye, romana xwe ya duyem bi şêwazeke taybet honaye û derketiye pêşberî xwendevanên kurdî. Piraniya romanê wekî nameyan hatiye nivîsîn û roman di sala 2024’an de diqede.
Di romanê de meriv dadikeve bîra zimanê romanûsê û di wê bîrê de pêrgî monologên tenêtiyê û diyalogên bêbersiv dibe.
Weşanxaneya Ronahiyê ku vê reşemiyê pêngava “Heya Newrozê her hefte derxistina pirtûkek” dabû destpêkirin, pirtûka xwe ya heştemîn a îsal wekî romana Baran weşand.


