Qamişlo
Îro ji bo Komkujiya Qamişloyê ya 12 Adara 2004'an bê şermezarkirin li Qamişloyeke meşeke li dar ket. Hêzên rejima Sûriyeyê bi bombeyên gazê êrîşê çalakvanan kir û herî hindik 7 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê derebeyên dikanên kurdan dişkînin.
Îro li seranserê rojavayê Kurdistanê cangoriyên serhildana 12'ê Adara sala 2004'an tên bîranîn. Bi hezaran kes li bajarên Qamişlo, Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Koban û Helebê li qadan komkujî protesto dikin. Li gorî agahiyên dawî li Taxa Qudûrbeg a Qamişloyê hêzên rêjîma Baas bi çek êrîşî girseya gel kirin û herî kêm birîndarek heye. Pevçûna li bajêr berdewam dike.
Êrîşa bi bombeyên gazê ya li ser xwepêşadanan li Qamişloyê berdewam dike. (Dema ev nûçe piştî nîvro hat nivîsîn êrîş berdewam dikir)
Li taxên Hilêliyê û Enteriyê jî, hêzên rêjîmê êrîşî kurdan dikin. Bi deh hezaran kesên tevlî xwepêşandanan bûne ber bi goristana Qudûrbeg ve dimeşin. Hate diyar kirin ku çek hatine bikaranîn û di encamê de heft kes hatin birîndarkirin. Hate got ku hêzên rejîmê derabeyên dikanên kurdan dişkînin.
Her wiha, komkujî li Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Koban û Helebê û hemû bajar û navçeyên Rojavayê ji aliyê dehezaran ve tê protestokirin û protesto berdewam dikin.
ANF (Wêne ji arşîvê ye)
(Ev nûçe piştî saeteke weşandin hate nûkirin)


