logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Nûbihar bi 'Berxwedana Araratê' derket

  • Dîrok: 29/05/2023
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di hejmara xwe ya 163'yan de bi navê "Berxwedana Araratê, 1926-1931" dosyayeke amade kiriye.

Nûbihar ku sê mehan carek derdikeve, hejmara xwe ya bihara 2023'yan pêşkêş kir. Nûbiharê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser serhildana Agirî amade kiriye. Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di danasîna dosyayê de wisa gotiye, "Berxwedana Araratê jî weke hereketa sala 1925an li hemberî siyaseta dewletê bertekek bû. Di destpêkê de hinek kesên beşdarî serhildanê bûne endîşeyên wan yê millî zêde nebûn, paşê hereketê rengê xwe yê netewî daye wan kesan jî. Wekî hûn jî dibînin ku ev jimara me dosyaya Berxwedana Araratê ye."

Dosya ji aliyê Mehmet Gultekin û Nihat Gultekin ve hatiye amadekirin.

Di dosyayê de Nihat Gultekîn ligel Mehmet Sadik Varli hevpeyvînek çêkiriye. Varli dibêje, "Ji bermahiyên tevkujiyê kesên av bi wan germ bibe şandine Girtîgeha Edeneyê!" û bi vê yekê qala kesên piştî berxwedanê mane kiriye. Ji bilî vê Nihat Gultekîn bi nivîsa "Şahidiya Şahidan, Komkujiya Geliyê Zîlan" ked daye dosyayê.

Yek ji edîtorên dosyayê Mehmet Gultekîn bi du nivîsan jî ked daye dosyayê. Yek jê bi navê "Berxwedana Araratê û Biro Hesikê Têlî" ye, ya din jî portreyek e: "Ronakbîrek ji salên berxwedana Araratê: Nûman Hulusî Efendî".

Lêkolîner Rohat Alakom ketiye nava çapemeniya Swêdê û ji nûçeyên li ser berxwedana Agiriyê nivîsa bi sernavê "Serhildana Agiriyê Di çapemeniya Swêdê de (1930)" pêşkêş kiriye.

Haluk Agrîn jî porteya "Yek ji lîderên Berxwedana Çiyayê Agirî: Xalis Beg" amade kiriye.

Di dosyayê de çend nivîsên wergerê ku dosya rengîn kirine jî hene. Ji van M. Zahir Ertekin ji tirkiya osmanî nivîsa "Derd û Xemên Ji Husna Dilberê Beyazidê Duwem", Aziz Tekin jî "Nadir Beg" ji tirkî wergerandiye. Her wiha Mustafa Gokhan jî nivîsa "Îhsan Nûrî Paşa û Kurtedîroka Rojên Îranê" ji soranî bo kurmancî amade kiriye.

Dîsa Mustafa Kilicaslan jî nivîsa "Serhildana Araratê ya Kurdan a sala 1930'yî û salixdana wê di stranên dîrokî de (Ordîxanê Celîl)" amade kiriye.

Li aliyê din nivîs û helbestên Muqades Agirî, Osman Sebrî, J. Ahmed Yildiz, Kevok Mizgîn, Cimoyê Merûf, Evdî Hesqera û Azad Rêbiwar di dosyayê de cih girtine.

Ji bilî dosyayê, di vê hejmarê de nivîs, çîrok, helbest û wergerên van kesan di kovarê de cih girtine: Yûnis Amedî, Berken Bereh, Rojen Barnas, Sabri Akbel, Sidîq Gorîcan, Hafizê Şîrazî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar), Omer Faruk Feyat, Felat Dilgeş, Mutî, Muhammed Bozkoyun, Ahmed Arif (Wergera ji Tirkî: Talat İnanç, Şukran Çaçan, Asyah Goyî, abri Akbel

Ji bo têkilî:

0212 519 00 09

info@nubihar.com


Parve Bike

Youtube Me
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

news
  • 27 05 2026

Kovara Rewşenbîr bi hejmara nû hat

news
  • 21 05 2026

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist

news
  • 21 05 2026

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

news
  • 13 05 2026

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

news
  • 27 04 2026

Spotify wê 1400 heb vîdeoyên egzersîzê belav bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ev 'xwedê' bi 31 mîlyon dolarî hat firotin

ad

Konser jî hat qedexekirin

ad

Portaleke li ser şanoyê: Dîalog

ad

Banksy li Ûkraynayê xuya bû

ad

Kurdan dîsa xwe xapand!

ad

Amedspor û piştgirên wê: Hesabên ku em nedin tune ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname