Diyarname
10 meh berê li New Yorkê êrîşê Salman Rusdî kiribûn û di encamê de çavekî wî kor bûbû. Ruşdî niha biryar daye ku li ser vê meseleyê pirtûkek binivîse.
Di êrîşa par de 15 caran kêr li Ruşdî dabûn. Ruşdî bi vîdyoyeke beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Hay bû û got, "Ez dikim ku li ser êrîşa li hemberî min pirtûkek binivîsim. Ne tenê der barê êrîşa ku hatiye kirin de; her wiha li ser ev çi bû, tê çi wateyê jî ezê binivîsim. Pirtûk wê bi sedan rûpelî be. Nivîsandin ne hêsan e lê çareyeke din jî tune ye; divê ez qal bikim. Ez nikarim romaneke din binivîsim ku mijara wê bi vê ve ne girêdayî be. Ji ber vê yekê divê ez vê binivîsim."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Salman Ruşdî ji PEN'a Amerîkayê xelat girt


