logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Belgefîlmên kurdî têne nîşandayîn

  • Dîrok: 08/06/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist carek din tê. Di nav bernameyê de hin belgefîlmên bi kurdî jî hene.

Documentarist îsal di navbera 10-15'ê mehê de li dar dikeve. Bername hate eşkere kirin. Ji Tirkiyeyê û ji welatên din ên dinyayê bi dehan belgefîlm li Stenbolê dibin mêvan.

BELGEFÎLMÊN JI WELATÊN BALTIK

Documentarist îsal bi diruşma "Meşa Belgefîlmên Helbestî" li dar dikeve. Îsal ji welatên Baltik belgefîlmên ji salên 1960'î û vir ve hatine kişandin dibin mêvanên Documentaristê. Ji Lîtvanya, Estonya û Letonyayê wekî guldesteyeke ji belgefîlmên hatine neqadin dê bêne nîşandayîn. Derhênerê navdar ê ji Litvanyayê Audrius Stony di vê çarçoveyê de dê derseke sînemayê jî pêşkêş bike. Ligel wî ji Hollandayê belgefîlmkar Petra Lataster-Czisch û Peter Lataster wekî mêvanên rûmetê dê werin û 3 belgefîlmên wan jî dê bêne nîşandayîn. Dîsa Somnur Vardar jî wekî mêvana rûmetê bi belgefîlmê xwe yê xelatgirtî "Boşlukta" li festîvalê ye.

BELGEFÎLMÊ LI SER ULYSSES

Di nav bernameyê de hin belgefîlmên kurdî jî hene. Yek ji wan "Wergerandina Ulyssesê" ye ku Aylin Kuryel û Firat Yucel kişandiye. Di çarçoveya 100'emîn salvegera weşandina pirtûka James Joyce "Ulysses"ê de belgefîlm hatiye amade kirin. Helbestvan û wergêr Kawa Nemir pirtûka Joyce "Ulysses" ji bo kurdî wergerandibû û ji Weşanên Avestayê derketibû. Niha her du derhêneran bi ser Kawa Nemir û "Ulysses"ê re berê kamerayê daye meseleyê.

Belgefîlmê 70 deqîqeyî bi kurdî, tirkî, felemenî û îngilîzî ye. Kawa Nemir ku heta niha gelek klasîkên dinyayê wergerandine kurdî piştî ku li Amsterdamê bi cih bû wergera xwe ya Ulyssesê li wir temam kir. Her du derhêner jî li ser meseleyê sekinîne.

Belgefîlm 11'ê mehê saet 19'an de li Metrohan, 12'yê mehê saet 19'an de jî li Cadde Bostan Kultur Merkezî tê nîşandayîn.

DENGÊ RADYOYA REWANÊ

Belgefîlmekî din ê bi kurdî "Dengê Radyoya Rewanê li ku ye?" ye. Mustafa Orman dişandiye. Belgefîlmê 48 deqîqeyî bi kurdî û tirkî ye. Di belgefîlm de derhêner berê kamerayê dide kesên guh dane Radyoya Rewanê. Ew zarokên wê demê ku bi dengê vê radyoyê mezin bûne niha êdî extiyar in.

Belgefîlm bi bîranînên wê demê, kêf û hezkirin, anîna cem hev a vê civatê, temaşevanan dibe serdemeke ku kurd bi xweşî bibîr tînin.

Belgefîlm 10'ê mehê saet 17'an de li Aynali Geçitê tê nîşandayîn.

'BOŞLUKTA'

"Boşlukta" belgefîlmê derhêner Somnur Vardar e. Belgefîlmî îsal ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê û ji Siyadê Xelata Belgefîlmê Serketî girtibû. Belgefîlmê bi kurdî û tirkî yê 67 deqîqeyî berê xwe dide çîroka mamosteyekî ji Mêrdînê yê bi navê Ferhat û pisxaltiyê wî Emrah. Ew ligel ku bûne mamoste jî tayîna wan nehatiye kirin û ew mecbûr mane di karên înşaetê de bixebitin. Piştî bav û kalên wan, ew nifşê sêyem in di vî warî de kar dikin. Belgefîlm dikeve nava jiyana wan û kêliyê zehmet pêşkêş dike. Belgefîlm 10'ê mehê saet 19'an de li Metrohan, 14'ê mehê heman asetê li Cadde Bostan K. Merkezî tê nîşandayîn.

LI SER HESKÎFÊ

Derhêner Fettullah Çelik bi navê "Herkes Topraga Gomulur, Ben Suya" berê temaşevanan dide Heskîfê ku di bin Bendava Ilisu de hat noqavkirin. Belgefîlmê 73 deqîqeyî bi kurdî û tirkî ye.

Belgefîlm 14'ê mehê saet 19'an de li Aynali Geçîtê tê nîşandayîn.

"KOÇER

Belgefîlmê "Koçer" ji aliyê Selim Alan ve hatiye kişandin. Belgefîlmê bi kurdî yê 62 deqîqeyî berê temaşevanan dide koçerên kurd.

Belgefîlm 15'ê mehê saet 19'an de li Aynali Geçîtê tê nîşandayîn.

"REC"

"Rec" ji aliyê Rêzan Mîr Ugurlu ve hatiye kişandin. Belgefîlmê 7 deqîqeyî berê temaşevanan dide gundek li qeraxa avê ku xwedî keriyek mezin e. Koma ku kamerayê bikar tîne ji bo kişandina belgefîlm diçe qeraxê, lê ji bo demek ji kamerayê dûr dikeve; dema vedigerin mêvanên wan ên nû hene.

Belgefîlm 11'ê mehê saet 19'an de li Aynali Geçitê tê nîşandayîn.

ÇALAKIYÊN DOCUMENTARISTÊ

Ji bilî nîşandayîna belgefîlman hin çalakiyên li ser sînemayê jî hene. Atolyeya dersa sînemayê ya Audrus Stonys, foruma li ser Bajar, Ked û Afatê, panela Keda di belgefîlman de nayê dîtin hin ji wan in.

Belgefîlm îsal li Institut Français, Metrohan, Aynali Geçit, Cadde Bostan Kultur Merkezi û Muze Gazhayê tênê nîşandayîn.


**

Nûçeya Eleqedar: 

-Documentarist li benda belgefîlman e 

**

- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname… 
- Malper: 
http://diyarname.com 
- Twitter: 
https://twitter.com/diyarname1 
- Facebook: 
http://facebook.com/diyarname 

- Mail: diyarname@diyarname.com    

 

 

**

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

  

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Zana Farqînî mêvanê Kulturnameyê ye

ad

Li festîvalê pêşbaziya bi kurdî li dar ket

ad

Festîvala herî navdar: Cannesê dest pê kir

ad

Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirina Yuksek da û got: Hûn ê winda bikin!

ad

2013: Li Qoserê herî zêde kîjan pirtûk hatin firotin?

ad

Êlihiyan 5 kamyon alîkarî ji bo Rojava şand Mêrdînê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname