logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Dema temaşekirina belgefîlman e: Documentaristê dest pê kir

  • Dîrok: 09/06/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

16'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist dest pê kir. Heta 16'ê mehê dê bi sedan belgefîlmên ji Tirkiyeyê û ji qada cîhanê bêne nîşandayîn.

Ji bo destpêkirina Documentaristê li Metrohan a Tunela Beyogluyê ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) ye merasimek hat li dar xistin. Belgefîlmkar Emel Çelebi û Necati Sonmez ku ev 16 sal in kordînatoriya Documentaristê dikin derketin ser dikê û der barê bernameyê de agahî da. Wan sipasiya ÎBB'ê kir ku ev cihê ku nû hatiye sazkirin û hê îro nû perdeya ji bo fîlman lê hatiye daliqandin ji bo wan terxan kiriye. Her du amadekaran sipasiya kesên piştgirî didin wan jî kir.

BELGEFÎLMÊN JI DINYAYÊ

Documentarist îsal bi diruşma "Meşa Belgefîlmên Helbestî" li dar dikeve. Ji dinyayê bi sedan belgefîlm hene. Ji dinyayê Documentaristê îsal berê xwe daye welatên Baltik. Ji Lîtvanya, Estonya û Letonyayê 13 belgefîlmên hatine hilbijartin di nav bernameyê de cih girtine. Derhênerê navdar ê ji Litvanyayê Audrius Stonys di vê çarçoveyê de dê derseke sînemayê jî pêşkêş bike. Di heman demê de bi navê  "Moteris ir Ledynas" (Jin û Cemed), "Skrydis per Lietuvą arba 510 Sekundžių Tylos" (Firîna bi ser Lîtvanyayê re yan jî Bêdengiya ku 510 saniye didome) û "Laiko Titai" dê belgefîlmên Stonys bêne nîşandayîn.

Ji Hollandayê du belgefîlmkarên jin û mêrên hev Petra Lataster-Czisch û Peter Lataster wekî mêvanên rûmetê têne Documentaristê. 3 belgefîlmên wan jî têne nîşandayîn: "Reis Door Onze Wereld" (Rêwîtiya Bo Dinyaya Me), "Jerome Jerome" û "Miss Kiet's Children" (Zarokên Kiet Xanimê).

Ji bilî van di Panoramaya Dinyayê de 3 belgefîlmên metrajdirêj hatine hilbijartin.

BELGEFÎLMÊN JI TIRKIYÊYÊ

Her sal beşa Panoramaya Tirkiyeyê bi dehan belgefîlmên ji Tirkiyeyê pêşkêş dike. Li gor gotina amadekaran ji nîvî zedetirên belgefîlmên îsal di bernameyê de ji Tirkiyeyê ne. Di beşa Panoramaya Tirkiyeyê de van belgefîlman cih girtiye: "Aşk, Ateş ve Anarşî Gunlerî: Turk Sinemateki ve Onat Kutlar", "Belgesele Yolculuk", "Ben, Annem ve Toz", "Bu Ben Degilim", "Cevizin Altinda", "Dinamo Mesken", "Duet", "Hatay: 17-24 Nisan 2023", "Hatice", "Başka Bir Dunya Yok", "Însanoglu", "Kavur", "Kim Mirhi", "Metamazon", "Rodakis'i Ararken", "Sandes", "Suriyeli Kozmonot", "Suyu Bulandiran Kiz", "Troas’ta Suya Dair", "Vakti Gelince", "Yuzler", "Zeytinligin Ardi".

Ji Tirkiyeyê derhêner Somnur Vardar wekî mêvana rûmetê hatiye hilbijartin. Di vê çarçoveyê de 3 belgefîlmên wê hatine hilbijartin. Belgefîlman wê "Boşlukta" îsal li Tirkiyeyê nav da. Di 42'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt. Dîsa ji Siyadê (Komeleya Nivîskarên Sinemayê) jî Xelata Belgefîlmê Salê girt. Ji bilî vê du belgefîlmên wê yên din "İstanbul Berlin'da" û "Yolun Başinda" têne nîşandayîn.

BELGEFÎLMÊN BI KURDÎ

Di nav belgefîlman de nêzî 10 belgefîlmên bi kurdî jî hene. "Dengê Radyoya Rewanê li ku ye?", "Rec", "Koçer, "Wergerandina Ulyssesê",

"Herkes Topraga Gomulur, Ben Suya", "Boşlukta" hin ji wan in. Di "Beşa Taybet" de bi navê "Ji bo aştiyê dengê jinan" de jî belgefîlmên li ser jinên kurd tê pêşkêş kirin.

HIN ÇALAKÎ

Ji bilî nîşandayîna belgefîlman Documentarist hin çalakiyan jî li dar dixe. Derhêner Audrius Stonys bi navê "Dîmenên Bêdengiyê" dersa sînemayê dê bide (Yekşem, 13.00, Metrohan). Dîsa bi navê "Kent, Emek, Afet" (Duşem, 19.00, Postane), "Di Belgefîlm de keda nayê dîtin" (Şemî, 14.00, Metrohan) û "Mavi Kuş Dayanişmasi" (duşem, 17.00, Metrohan) dê panel, forum û çalakiyên bi vî rengî li dar bikevin.

CIHÊN DOCUMENTARISTÊ

Îsal li aliyê Ewropayê li Beyogluyê cihên wekî Aynali Geçit (Li hember Lîsteya Galasarayê ye), Navenda Çanda Fransiz (Li ser Îstîklalê li Taksîmê ye) û li Metrohan (Li Tunelê ye), li aliyê Anadolu li Kadikoy jî li Caddebostan Kultur Merkezi û li Muze Gazhaneyê belgefîlm têne nîşandayîn.


 

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Fîlmên 'Ji bo aştiyê dengê jinan' têne nîşandayîn 

- Belgefîlmên kurdî têne nîşandayîn  

-Documentarist li benda belgefîlman e 

**

- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname… 
- Malper: 
http://diyarname.com 
- Twitter: 
https://twitter.com/diyarname1 
- Facebook: 
http://facebook.com/diyarname 

- Mail: diyarname@diyarname.com    

**

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye. 


Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Wanê bilêtek bikirin!

ad

Li Sixkê şeva dengbêjan

ad

Girtina Goç-Derê hate redkirin

ad

Êlihiyan 5 kamyon alîkarî ji bo Rojava şand Mêrdînê

ad

Li Kerkûk, Xaneqînê YNK yekemîn e

ad

Ji Lîsê 6 pirtûkên helbestan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname