Diyarname
16'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Belgefîlmê "Duet" xelata Johan van der Keuken a Jîrekî girt.
Documentast 10'ê mehê dest pê kir û 15'ê mehê bi dawî bû. Di vê çarçoveyê de bi dehan belgefîlmên ji Tirkiyeyê û ji qada cîhanê li Stenbolê hatin nîşandayîn. Hin semîner, panel û atolyeya sînemayê li dar ketin. Documenterast îsal jî bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Documentarist her sal Xelata Johan van der Keuken a Jîrekî dide belgefîlmekî. Şert ew e ku ew belgefîlm divê belgefîlmê yekemîn an duyemîn be ku derhêner bi xwe kişandiye. Îsal di vê çarçoveyê de Petra Lataster-Czisch, Begum Ozden Firat û Adar Bozbay ku endamên juriyê de bûn li ser "Duet"ê biryara xwe dan. Derhêner Îdîl Akkuş û Ekîn Îlkbag bi belgefîlmê xwe "Duet"ê xelat girtin. Di heman demê de juriyê belgefîlmê derhêner Mîraç Eraslan ê bi navê “Belgesele Yolculuk” jî bi Xelata Taybet a Juriyê xelat kir.
Documentaristê îsal di warê vesazkirin, derhênerê/a dîmenê û sazkirina deng de jî yekem car xelat dan. Di vî warî de jî Xelata Vesazkirina Herî Serketî Îdîl Akkuş bi "Duet"ê girt. Xelata Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî bi belgefîlmê "Boşlukta" dan Sedat Şahin. Û xelata Vesazkirina Deng a Herî Serketî jî bi belgefîlmê "Kavur" dan Yalin Ozgencil û Taylan Geçit
Documentarista 17'emîn sala bê dîsa di vê mehê de wê li dar bikeve.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Dengê Erîwanê' li Stenbolê bû
- Dema temaşekirina belgefîlman e: Documentaristê dest pê kir
- Fîlmên 'Ji bo aştiyê dengê jinan' têne nîşandayîn
- Belgefîlmên kurdî têne nîşandayîn
-Documentarist li benda belgefîlman e
**
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com


