logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Beşikçi: Hikumet pirsgirêka kurd fêm nake

Ji bo vekirina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî merasimeke hate li dar xistin. Pêşî li ber deriyê weqfê qurdele hat birîn û dûre li

  • Dîrok: 06/05/2012
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Ji bo vekirina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî merasimeke hate li dar xistin. Pêşî li ber deriyê weqfê qurdele hat birîn û dûre li Cezayîr Restorantê bi sînevîzyon û axaftinan dom kir. Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî got: "Hikutema Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ne pejinkar e."

Nûnerên BDP û PDK'ê jî amade bûn

Di merasima vekirinê de mebûsê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlioglu, Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaş, Nûnerê PDK'ê yê Tirkiyeyê Omer Mêranî, Prof. Dr. Celîlê Celîl, rewşenbîr Tarik Ziya Ekinci, Dr. Omer Uluçay, nivîskar Ahmet İnsel, wênesaz Mehmet Kolçak û Berhem Ciwan, fotokêş Veysi Altan, nivîskar Hamîd Omerî, derhêner Omer Leventoglu, rojnameger Cemil Oguz, parêzer Ercan Kanar, nivîskar Fehim Işik, weşanger Ahmet Onal û dehan kesên din amade bûn.
Her wiha mebûsê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan, nivîskar Murathan Mungan, Naci Kutlay, nivîskar Edib Polat, hunermend Şivan Perwer û gelek kesên din peyam şandin.
Nunerê PDK'ê Omer Mêranî got ku ew hêvî dike dê her kes ji vê navendê sûde bigire; Celîlê Celîl jî diyar kir ku ev der ji bo rewşenbîrên kurd ên li hemû dinyayê girîng e.

Memduh Selîm Beg û Îsmaîl Beşîkçî

Li ser navê rêveberiya weqfê Îbrahîm Gurbuz qala armancên weqfê kir û diyar kir ku êdî weqif û pirtûkxaneya wê di xizmeta lêkolîneran de ye. Her wiha Gurbuz diyar kir ku wan di bin banê weqfê de bi navê Ronahî weşanxaneyeke vekiriye, niha nameyên Îsmaîl Beşîkçî û Yilmaz Ozturk ên ji hev re şandine kirine pirtûk û dûre dê pirtûkên Beşîkçî yên din jî biweşînin. Gurbuz got dê hemû pirtûkên Beşîkçî bi kurdî biweşînin, ji nav wan hinan jî li zimanên îngilîzî û almanî jî wergerînin. Gurbuz wisa got: "Em li vir Memduh Selîm Begî jî bibîr bînin. Memduh Selîm Beg li sirgûnê jiya û mir. Wî 50-60 salan pirtûk dan hev, dema mir pirtûkxaneya wî winda bû. Ev windabûn ji bo kurdan jî ji bo mirovahî jî windahiyek mezin e. Di rewşeke wisa de ger eme Îsmaîl Beşîkçî bidin jiyîn emê xwe dilşad hîs bikin. Her wiha ez ji destê xwişka Leman maçî dikim ku wê heta niha pirtûkên Beşîkçî parastine."

'Kurdî divê bibe dersa mecbûrî'

Paşê Beşîkçî dest bi axaftinê kir, diyar kir ku dê ev pirtûkxane ji bo lêkolîneran bibe çavkaniyeke girîng û paşê bal kişand ser nêzîktêdayîna hikumetê ku pirsgirêka kurd fêm nake. Beşîkçî wisa got: "Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Ev yek ji bo polîtîkaya navxweyî jî ji bo polîtîkaya derve jî wisa ye. Lê hikumet di çareserkirina pirsgirêkê de ne pejinkar e. Ger hikumet pejinkar ba dê meseleya 'bila kurdî bibe dersa hilbijêr'. Wezîr radibe ji bo kurdî qala dersa hilbijêr dike. Ev yek nîşan dide hikumet çawa pirsgirêka kurd fêm nake. Kurdî wekî dersa hilbjêr ji bo tirkan, îngilîz, almanan dikare bibe dersa hilbijêr lê ji bo 20 mîlyon kurdî ev wisa nabe. Berevajî vê divê kurdî dersa mecbûrî be. BDP jî, kurd jî divê perwerdehiya bi kurdî ya mecbûrî biparêzin."

 

 Foto: Cemil Oguz

 

 

 

 

 

 

 Di vekirina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de gelek kes amade bûn.

 

 

 

 

 

 

 

Ji PDK'ê jî BDP'ê jî nûner di merasimê de amade bûn.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Îbrahîm Gurbuz bal kişand ser windabûna pirtûkxaneya Memduh Selim Beg û pirtûkxaneya Beşîkçî ku niha vekirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 Beşek ji Pirtûkxaneya Îsmaîl Beşîkçî ku di nav weqfê de ye.

 

 

 

 

 

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vane fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî'

ad

Li Çewligê HDP'yiyekî hat kuştin (Hat nûkirin)

ad

Ji Amedê re… Spasî

ad

Akademîsyenên alman ji bo Rojava kampanyaya piştgiriya dan dest pê kirin

ad

Tûrnûvaya boksê li Stasyona Metroyê li dar xistin

ad

KNK bi rêxistinên kurd re tê ba hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname