Diyarname
Çapemeniya Iraqê ragihand ku Dadgehê biryar daye ku hemû serwetê Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî bê desteserkirin. Der barê girtina wî de hê tu biryar nehatiye dayîn.
Mistefa Kazimî du salan Serokwezîrê Iraqê bû. Di vê deme de hin dosyayên gendeliyê derketin holê. Li ser vê gelek nîqaş çêbûbûn, niha dadgehê biryar da.
Dadgehê Iraqê biryar da ku hemû pere, mal û milkên Mistefa Kazimî bê desteserkirin. Hat gotin ku ji ber gendeliya di dema desthilatdariya wî de hatiye kirin ev biryar hatiye girtin. Biryar radigihîne ku di demek kurt de serweta Kazimî zêde bûye û ev yek jî wekî karên ne li rê û gendelî hatiye bi nav kirin.
**
Nivîseke eleqedar:
- Gelo plana Kazimî ji bo pêşerojê çi ye?


