Diyarname
Di bin banê Weqfa Mezopotamya de li Wanê 44'emîn Komxebata Ferhenga Rastnivîsînê û Varyantan li dar ket. Di komxebatê de li li ser hin peyvan biryar hatin standin.
Weqfa Mezopotamyayê ku navenda wê li Amedê ye li ser ziman xebatê dike. Weqif, di bin banê xwe de ev bi salan e ligel hin zimanzanên kurd komxebatan li dar dixe ku komxebata dawî di navbera 11-14'ê vê mehê de li Wanê li dar ket.
Kesên wekî Zana Farqînî, Samî Tan, Mehmûd Lewendî, Mîkaîl Bilbil, Reşo Zîlan, Mistefa Aydogan, Omer Dilsoz, Bahoz Baran, Zilkuf Ergun û Tahirxan Aydin beşdarî vê komxebatê bûn. Li aliyê din bi ser zoomê re ji Rojava û Başûr, ji Zanîngeha Duhok û Zaxoyê û ji Ewropa jî hin zimanan beşdar bûn.
Wekî komxebatên din di vê komxebatê de jî li ser varyantan û li ser rastnivîsênê nîqaş çêbûn. Li ser gelek peyvan nîqaş çêbûn. Di vê komxebatê de piranî li ser rêbazan hin biryar hatin girtin. Piranî nîqaş ser peyva axiftin-axivînê hatin kirin. Yek ji varyantên li ser sekinîn jî peyva "nêz" bû ku li ser "nêzîk"ê li hev kirin. Ev nîqaşên ku têne kirin ji bo Ferhenga Rastnivîsê têne xebitandin.
Komxebata Ferhenfa Rastnivîsînê ya 43'yemîn di meha adara îsal de li dar ketibû.
Foto ji Weqfa Mezopotamya hatine girtin
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


