logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Çîroka 'Tunela Başqale - Guzeldere'yê, çima hê jî xilas nebûye?

  • Dîrok: 27/07/2023
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Wezîrê Ragihandin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu roja 26'ê mehê li Wanê bû û mizgîniya ber bi temamkirina tunela Başqale-Guzeldereyê (Tunela Elbak-Xoşebê) da. Mizgînî da lê çima hê jî xilas nebûye? Ev tunel kengê dest pê kir? Wê kengê xilas bibe? Mesele çi ye? Va ne yek bi yek ew agahî...

SAL 2013, PIRSA SER TUNELÊ

- Çîroka vî tunelî digihîje 10 salan. Roja 18.11.2023'yan di komîsyonê de mebûsê BDP/HDP'ê Adil Zozanî ji Wezîrê Ragihandê yê wê demê yê Tirkiyeyê Binali Yildirim dipirse, "Rêya Şirnex-Culemêrgê dê kengê temam bibe? Li wê derê dê tunel bê çêkirin. Dîsa li ser rêya Wan-Başqaleyê (Elbak) Tunela Xoşebê girtibûn nav bernameyê, ev tunel dê kengê temam bibe? (1)

MEZINIYA WÊ

Tunel wekî 3 hezar û 137 metre tê organîzekirin. Bi xilasbûna tunelê re ajokar dê ji 32 fitlanekên (çivanek) rê xilas bibin û bi rehetî xwe bigihînin her du aliyan.

Midûrê Herêma 11'emîn ê Rêyên Bejayî Ahmet Turan Gulhaş li ser vê tunelê gotiye, dema temam bibe rê dê 3 kîlometre kurt bibe. Lê negotiye kengê temam dibe. (2)

MEBÛSÊN AKP'Ê PROPAGANDA KIRINE

Mebûsên AKP'ê yên Wanê Burhan Kayaturk û Mustafa Bilici li Başkaleyê çûne serdana esnafan (27.05.2015). Li vir propaganda kirine û gotine dê tunel temam bibe. Lê negotine kengê. Tenê pesnê wê dane (3).

GOTIYE 2019'AN DE DÊ TEMAM BIBE

Serendazyarê Sazkirina Rêyan ê Herêma 11'emîn ê Wanê Ahmet Huyut axiviye. Rojnameya Milliyetê kiriye nûçe (12.06.2017). Huyut jî pesnê tunelê daye, agahiyên giştî belav kirine. Lê ji nûçeyên din cudatir di vê nûçeyê de dîrok heye, "Tunela ku di sala 2013'yan de dest bi çêkirina wê kirine, hedef ew e di sala 2019'an temam bibe". (4)

'HETA 2022'YAN EMÊ TEMAM BIKIN'

Vê carê ji rojan 17'ê gelawêja 2020 e. Tunela ku 2019'an de dê temam biba, temam nebûye. Wezîrê Ragihandinê yê Tirkiyeyê Adil Karaismiloglu ye û ew diçe Wanê. Ligel mebûsên AKP'ê yên Wanê, bi girseyek mezin çûye serdana tunelê. Wezir li vê derê gotiye, "Tunela Guzeldere (Xoşeb) heta 2022'yan emê temam bikin." (5)

TEMAM NEBÛ, 2 KARKER MIRIN

Plana dawî ya temamkirina tunelê vê carê bû 2022. Lê 2022 hat dîsa temam nebû ye. Çi bû ye? Karker mirine. Roja 16'ê rezbera 2022'yan saet 21.45'an de dema xebata tunelê dihat kirin beşek jê hilweşiya, 2 karker di bin de man û mirin. 2 karker jî birîndar jê xilas kirin. (6) Tunela ku 2019'an de xilas biba, nebû, paşê berî 2022'yan xilas biba ku nebû, ev du kes dê nemiriyana.

2023, HÊ JÎ NABÊJE KENGÊ DÊ TEMAM BIBE

Tam bû 10 sal hê tunela ku 3 kîlometreyî temam nebûye. Vê carê Wezîrê Ragihandin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu ye. Uraloglu bi komek çapemenî, propagandayeke mezin çûne cem tunelê. Bi ser de li wir li cem karkeran ala Tirkiyeyê digire û maçî dike... Çima? Ev meseleya nûçeyê ye. Uraloglu ku çûye derba dawî lê daye û ronahî dîtiye mizgînî daye, gotiye tunel xilas bibe dê 25 deqe rê kurt bibe, lê dîsa negotiye kengê dê bikeve xizmetê.(7)

Li aliyê din ligel ku di sala 2013'yan de dest bi çêkirina wê kirine û berê li ser vê gelek nûçe çêkirine jî (binêrin xala 4'an), AA'yê di nûçeya xwe ya roja 26'ê tîrmeha 2023'yan de dibêje, "Di sala 2015'an de dest pê kirine"... (8)

Piştî van agahiyan li Tirkiyeyê tunelên din di çiqas demê de çêkirine? Li dinyayê rewş çi ye? Em vê jî bidin ber hev.

DÎROKA HIN TUNELAN

Li Tirkiyeyê tunela ku herî dirêj ajot Tunela Boluyê bû. Di sala 1987'an de Serokwezîrê wê demê Turgut Ozal xîma wê avêtibû, gelek hikumet guherîn, kaolîsyon nikarîn bin bar rabin, gelek pirsgirêk derketin, paşê erdheja 1999'an çêbû û bandor li tunelê jî kir. Axir, di sala 2007'yan de piştî 20 salan tunel xilas bû. Dirêjiya tunelê 2.9 kîlometre ye.

TUNELA MANŞ'Ê

Dema xîma tunela Boluyê hat avêtin û encax 20 salan de temam bû li Ewropayê planek din hebû: Tunela Manşê. Piştî a Boluyê bi salek xîma Tunela Manşê hat avêtin.

Li dinyayê ev mînaka balkêş e. Tunela Manşê ji bin behrê re derbas dibe. Tam 50.5 kîlometre ye. Tunel ji bin behrê re Îngilistan û Fransayê bi hev ve girê dide û tenê 6 salan de temam kirine. Erê di sala 1988'an de xîma wê hate avêtin, di sala 1994'an de temam kirin.

TUNELA AVRASYAYÊ

Li Stenbolê Tunela Avrasyayê heye ku aliyê Ewropa û Asyayê bi hev ve girê dide. 5.4 kîlometreyê vê tunelê li bin behrê bi cih kirine. Di sala 2011'an de dest bi çêkirina wê kirine, di sala 2016'an de, yanê 5 salan de temam kirine, lê tunela Başqale-Xoşebê ku bi qasî vê ne zor e, ne dirêj e jî di 10 salan de temam nebûye.

TUNELA KIZILCAHAMAMÊ 

Û mînakek din: Li Enqereyê tunela "Kizilcahamam-Çerkeş"ê heye. Dirêjahiya wê 2.2 kîlometre ye. Gulana 2017'an de îhaleya wê çêkirine, hedef danîne ku di 2 salan de temam bikin. Roja 27.02.2021'ê tunel xistine faliyetê. Yanê nêzî 3 salan li ser xebitîne û xilas.


Çavkanî:

1- Binêrin "tûtanak"ên meclisê.

2- Hurriyet, Nûçeyên Wanê

https://www.hurriyet.com.tr/yerel-haberler/van/guzeldere-gecidi-nde-tunel-calismasi-37237623

3- Mebûsên AKP'ê

https://www.sondakika.com/yerel/haber-baskale-esnafindan-ak-partililere-sicak-karsilama-7352202/

4- Milliyet

https://www.milliyet.com.tr/ekonomi/guzeldere-tuneliyle-32-viraj-5-dakikada-asilacak-2466982

5- Heta 2022'yan 

https://www.hurriyet.com.tr/gundem/bakan-karaismailoglu-van-hakkari-yolunda-yapilan-guzeldere-tunelini-inceledi-41589420

6- Du karker mirin

https://www.odatv4.com/guncel/tunel-coktu-isciler-gocuk-altinda-250695

7- Merasima Wezîr

https://www.aa.com.tr/tr/gundem/bakan-uraloglu-turkiyemizi-ulasimda-haberlesmede-bilisimde-dunyayla-rekabet-eden-bir-guc-haline-getirdik/2955154

8- Nûçeya AA'yê

https://www.aa.com.tr/tr/pg/foto-galeri/van-hakkari-karayolunda-insa-edilen-guzeldere-tunelinde-isik-gorundu


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wêrane

ad

'Ewropa ji ber penaberan li hemberî Cizîr û Sûrê bêdeng e'

ad

Zarok bi mafên xwe zarok in!

ad

Zend ji gelek aliyan ve li ser ziman disekine

ad

2008, li nav kurdan bûyerên çandî

ad

Parêzeran li ber AYM'ê bang kir: Hiqûqê bînin cih

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname