logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng
  2. Fuzeyeke Îranê li nêzî Qamişloyê ket
  3. Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir
  4. Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin
  5. Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn
news-details

Pêşmerge nabin yek, hêzeke yekgirtî ava bikin

  • Dîrok: 07/08/2023
  • Beş: Serbest

Arif Qurbanî

Ev çend roj in ku nakokî û hevrikiyên li navbera PDK û YNK'yê li ser mekanîzm û şêwazên proseya rêkxistin û yekkirina hêzên Pêşmerge, gihane astekê ku tu nemaye tiştê hatiye avakirin jî hemû bi hev re hilweşe û ji holê rabe!

Ev yek jî piştî wê yekê tê ku di kanal û torên civakî yên medyaya Herêma Kurdistanê de bi awayekî zêde dabaşa wê yekê tê kirin ku qaşo dilgiraniyên Amerîka û hevpeymanên ku çend sal in hewl didin hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin yek, gihiştine astekê ku gef xwarine heger hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê di demeke kurt û diyarkirî de nebin yek, dê alîkarî û hevkariyên xwe rawestînin.

Tevî ku tu daxuyaniyeke fermî ne ji hêla hevpeymanan û ne jî ji hêla tu navendeke Herêma Kurdistanê ve nehatiye weşandin ku tekez bike berdewamiya hevkarî û alîkariyên Amerîka û welatên din ên hevpeymaniyê bi wî şertî ve hatibe girêdan; lê li gor agahiyên ku bi dizî ji civîn û hevdîtinên wan ên ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê derketine, ew dilgiran in ku hêzên çekdar li jêr serdestî û fermana karakterên li derveyî movikên desthilatê ne.

Ew dilgiran in ku proseya çaksaziyê di nav hêzên Pêşmerge de bi rengekî baş bi rê ve naçe. Hewldanên birêxistinkirin û yekkirina hêzên li derveyê Wezareta Pêşmerge û girêdana wan bi wezaretê ve, her û her têne derengxistin û li paşxistin.

QET NE PÊKAN E PÊŞMERGE BIBIN YEK

Tiştê ku li vir girîng e, ne rastî yan çewtîya wê yekê ye ka gelo hevpeymanan gefa qutkirina hevkariyên xwe kirine yan na. Lê ya ku divê em wekî rastiyekê fêm bikin ew e ku ne niha û ne jî di paşerojê de ne pêkan e ku hêvî li ser wê yekê bê girêdan ku dê ev her du hêzên çekdar bi tu mekanîzmekê bibin yek.

Sedemên vê jî ne yek an du ne ku bên çareserkirin. Di koka xwe de, ev her du hêz li ser bingeha du pêkhateyên cuda û dijber hatine dirustkirin. Ne pêkan e ku şert û mercên taybet û giştî bên dirustkirin ji bo rê li ber yekbûna van her du hêzan vebe.

HER DU HÊZÊN SIYASÎ BI HEV NE BAWER IN

Her wiha, her du hêzên siyasî yên xwediyên van her du hêzên çekdar, ji bo ku dev ji çekên xwe berdin divê bi hev bawer bin lê wan hê jî ev bawerî ava nekirine. Bi ser de, Kurdistan jî dê wiha bi hêsanî nebe xwediya saziyên destûrî û qanûnî yên wiha xurt ku bikare pêşî li hebûna çekan li derveyî saziyên xwe yên fermî bigire.

HEMÛ HEWLDAN VALA ÇÛN

Tecrûbeya berê tekez kiriye ku di baştirîn şert û mercên piştî serhildanê (1991) û damezrandina bingeha desthilata xwebixwe ya Kurdî, herwiha piştî ketina Sedam û wê rewşa zêrîn ku li Iraqê ji Kurdan re çêbû; di van her du qonaxan de jî gelek hewl hatin dayîn û ji bo vê armancê gelek şîyan hatin xerckirin ji bo ku hêzên çekdar ên her du partiyan bibin hêzek û ew hêz girêdayî saziyên rewa û destûrî yên desthilata Kurdî bin, lê di dawiyê de hemû jî vala û bê encam bûn.

Digel sedemên objektîf û navxweyî, divê ev rastî jî were gotin ku ji ber hevrikî û nakokîyên navxweyî bûne sedem ku kurd li ser aliyên herêmî dabeş bibin û ew qasî bi aliyên derve ve girêdayî bûn ku êdî biryarên yekalîker ji destê wan derketine. Bi taybetî ji bo doz û mijareke hestyar û çarenivîssaz a wekî çêkirina hêzeke niştimanî ji bo Kurdistanê, ne pêkan e were hiştin ku pêngav bi arasteyeke dirust ve bên avêtin.

Ne bê sedem e gava gef û metirsî li ser Herêma Kurdistanê zêdetir dibin, li şûna ku hêzên sereke helwesta xwe bikin yek û hevgirtî bin, di wan deman de bêtir dikevin pêsîra hev û hevdu nikil dikin!

TIRS HEYE TIŞTÊN BIDESTXISTÎ JÎ HERIN

Niha jî ku robinîvro û li pêş çavên Xweda û evdan plan û komplo li dij Kurdan tên girêdan û gef û metirsî gihîştine astekê ku tirs heye tiştên hatine bidestxistin jî ji nav herin, ha di vê dema hestyar de nakokiyên navxweyî kûrtir dibin. Di vê kêliyê de hevrikiyan dibin nav hêzên Pêşmerge û metirsî li holê ye ku mîna sala 1994an pêkhateya hêza yekgirtî ya Pêşmerge were hilweşandin.

HÊZÊN HEVPEYMANÊ BAŞ JI ME FÊMKIRINE

Bi baweriya min, hevpeymanan ji me çêtir ev rastî fêm kirine. Her wiha dizanin ku xemsarî û hestnekirina bi berpirsiyariya giştî li navendên biryardanê yên hêzên siyasî di çi astê de ne! Loma heke mana xwe li pişt Kurdistanê û domandina alîkariyên xwe ya ji bo Kurdan bi mercê yekrêziya Kurdan ve girê bidana, dê ji zû ve dev ji me berdana.

Ew siyasetê ji bo xwe dikin, heta hewce bike dê bi me re berdewam bikin û ku berjewendiya wan xwest dev ji me berdin, rêya wan a vegerê hêsan e. Lê heke hîna ew rastî fêm nekiribin, divê werin liberxistin ku hewce nake keda xwe bi avê de berdin.

HÊZEKE ÇEKDAR A SÊYEM

Ger merema wan ew be ku li derveyî hêzên partiyan, hêzeke niştimanî ya Kurdistanê hebe, bi çek û alîkariyên darayî yên ku pêşkêş dikin, dikarin hêza çekdarî ya sêyem dirust bikin ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê be. Lê ya ku hevpeymanan û Amerîkayê heya niha kirine bi tenê her du hêzên çekdar ên PDK û YNKê xurttir kirine.

Heger hevpeymanan û di serî de Amerîka bixwestina hêzeke yekgirtî yan hêzekê dirust bikin ku hegemonyaya partiyan û karakterên wan ên siyasî li ser nebe, dikaribûn li Wezareta Pêşmerge û li derveyî mekanîzmên PDK û YNKyê, ji bo avakirin û damezrandina çend tabûr û yekîneyên taybet, deriyê damezrandinê ji ciwanan re vekirina, bêyî pêwîstiya hebûna piştgiriya şax û navendên partiyan.

Dê wisa bi deh hezaran ciwanên ku pabendiya wan bi tu partiyan tune ye, tev li nav refên hêza leşkerî bibûna. Lê Amerîka û hevpeyman piştgirî û piştevaniya wan tedbîran kirin ku heya niha jî heger ciwanekî kurd bixwaze bibe çekdar di refên artêşa Kurdistanê de, divê bibe endamê PDK an YNKyê.

NEBE ENDAMÊ YNK AN PDK'Ê NIKARI BIBE TIŞTEK

Heke na çiqasî dilsozê welatê xwe be, çiqasî welatparêz be, çiqasî wêrek û çavnetirs be û bixwaze seba parastina Kurdistanê şehîd bibe, heta nebe endamê PDK an YNKyê, destûr nayê dayîn ku bibe leşkerê welatê xwe.

Tevî hebûna qeyrana darayî, tevî ku bi deh hezaran xwendekar ji zanîngehan derçûne û bêkar in û nayên damezrandin, lê belê di nava 10 salên derbasbûyî de û heya niha bi hezaran kes bi heman mekanîzmên berê li dezgehên ewlekarî û leşkerî tên damezrandin.

SAZIYÊN LEŞKERÎ YÊN PARTIYAN ZÊDE DIBIN

Roj bi roj hejmara saziyên cuda cuda yên ewlehî û leşkerî yên partiyan berfireh dibin. Ev jî vê rastiyê tekez dike ku tu niyeteke rastîn a avakirina hêzeke çekdar a ne girêdayî partiyan li holê nîn e.

Ji ber ku tu gavek ber bi wê hêlê ve nehatiye avêtin ku li ser bingeha temen, karîn û jêhatîbûnê, bêyî cudahiya bîr û baweriyên siyasî derfetên wekhev ji bo wan ciwanên Kurdistanê bên misogerkirin ku dixwazin li nav refên leşkerî û saziyên asayişê xizmeta welêt bikin.

Loma pêwîst e dev ji wê yekê berdin ku hêzên PDK û YNKyê bikin yek. Ji ber ku ew perwerdeya hizbî û prensîbên leşkerî ku ketine xwîna hemû endamên hêzên ewlekarî û çekdarî, tu carî jê nayê hêvîkirin ku baweriya bihevrebûnê di navbera wan de were çêkirin.

HÊZÊN NIHA BI KÊRÎ YEKBÛNÊ NAYÊN

Bi her awayî bên tevlihevkirin jî, dê di rewşa herî xwerû ya ji hev veqetînê de, ji hev veqetin. Loma yên ku xema wê yekê dixwin ku Kurdistan bibe xwedî hêzekê ku ne bi partiyan, lê bi Kurdistanê bawer be; divê berî her tiştî baweriyê pê bînin ku êdî hêzên niha bi kêrî yekbûnê nayên û divê li mekanîzma avakirina hêzeke li derveyî girêdana partîzanî bifikirin.

DIVÊ HEWLA HÊZEKE NÛAVAKIRÎ HEBE

Eger hevpeyman û Amerîka bi rastî jî bixwazin Kurdistan xwedî hêzeke wiha be yan jî di nava saziyên desthilata kurdî û karakterên siyasî yên partiyan de, ev xewn û xema wan heye, rêya rast ew e ku pêşî lê bigirin karîn û şiyanên hikûmetê û alîkariyên derve li ser xeyala yekkirina hêzên PDK û YNKyê vala xerc bikin, li şûnê divê hewl bidin ku hêzeke nûavakirî ya nehizbî dirust bikin.


Not: Ev nivîs ji Rûdawê hatiye girtin. Me dest nedaye nivîsê, tenê navbernav me lê zêde kirine.


Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 01 03 2026

Silav li civatê

news
  • 25 02 2026

SPÊLE

news
  • 23 02 2026

Deng û sewta Sînemê ji dinyayê çû

news
  • 20 02 2026

Çîrokek xemgîn: Li Hewlêrê malbata pêşmergeyekî nikare debara xwe bike

news
  • 20 02 2026

Analîzek Li Ser Daçekan

news
  • 18 02 2026

Di nava me bi xwe de statuya zimanê kurdî çi ye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Halis ji nexweşxaneyê derket

ad

Lîsteya maçên Kûpaya Cîhanê ya 2010'an

ad

'Evîna qedexe' ya Hollande dibe mijara fîlmekî

ad

Du reşik û zendek spî!

ad

Nûbihara 156'an derket

ad

Ji bo Mûsil rizgar nebe Iraqê aloz dikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng

  • 05 03 2026
news

Fuzeyeke Îranê li nêzî Qamişloyê ket

  • 04 03 2026
news

Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir

  • 06 03 2026
news

Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin

  • 05 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname