Diyarname
UEFA'yê li Ewropayê Lîstikvanê Herî Serketî Ê Salê eşkere kirin. 3 kesên derketine pêş ji Manchester City Erling Haaland û Kevin De Bruyne, ji Inter Miami Lionel Messi heye. Ji her sêyan yek dê xelatê bigire. Ne Cristiano Ronaldo, ne Neymar, ne Mbappe karî bikeve nava sê kesên pêşî.
Teknîk dîrektorên tîmên ku par di koman de beşdarî Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropayê, Lîga Konferansê a Ewropayê bûne, ligel van teknîk dîrektorên 55 welatên girêdayî UEFA'yê û beşek rojnamegerên Ewropayê ji bo hilbijartina lîstikvanan deng dan.
Van kesan ji lîsteya 10 lîstikvanên serketî 3 kes hilbijartin: Haaland, Bruyne, Messi.
31'ê vê mehê li Monacoyê di dema kişandina pişikê ya ji bo Lîga Şampiyonan de serketî jî dê bêne eşkere kirin û xelatê bidin wan.
Li aliyê din di warê fûtbola jinan de jî divê lîste bihata eşkere kirin lê ji ber ku Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya Jinan didome, ev lîste hiştin hefteya pêşiya me piştî tûrnûvayê.


