logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî tên lidarxistin

  • Dîrok: 14/11/2023
  • Beş: Nûçe

Amed

Hevserokê Navenda PEN'a Kurd Omer Fîdan got ku dê ji bo “15 Mijdarê/Sermawezê Roja Nivîskarên Di Zindanan De” hin çalakiyan li dar bixin û banga xwedî lê derketina nivîskarên di zindanan de kir.

Navenda PEN'a Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd dê sibê têkildarî “Roja Nivîskarên Di Zindanan De” komxebatekê li dar bixin. Li gor bernameyê dê ji bo nivîskarên di girtîgehan de daxuyanî bê dayîn û name û qertên piştgiriyê bên şandin. Dû re dê li ser Zoomê bi sernavê “Di Zindanan De Berxwedana Nivîskariyê” aktivîteyek bê lidarxistin. Di aktîvîteya ku dê moderatoriya wê nivîskar Heval Dilbihar bike de Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Destarê Jîn Aryen, rojnameger Cebar Destbaz, nivîskar û helbestkar Huseyîn Duman, endama Desteya Rêveber a Komeleya Nûjin Sirwe Pûrmuhemmedî, parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen dê wekî axivîner beşdar bin. Aktîvîte dê li gorî saeta Kurdistanê 21.00’an û li gorî saeta Ewropayê jî saet 19.00’an bê lidarxistin. 

Hevserokê PEN'a Kurd Omer Fîdan li ser meseleyê ji bo MA'yê axivî. 

AKTÎVÎTEYA LI SER ÎNTERNETÊ

Fîdan, anî ziman ku 15’ê sermaweza 1981’ê ji aliyê PEN'a Navneteweyî ve wekî roja ‘Nivîskarên Di Zindanan de’ hatiye destnîşankirin. Fîdan, got ku ev 42 sal in ji bo nivîskarên di zindanan de vê rojê hewl tê dayîn û xebat tên kirin ku neyên ji bîr kirin. 

Omer Fîdan got, "Ew jî wekî Navenda PENa Kurd ku di salên 1988’yê de bi awayekî fermî hatiye pejirandin û dest bi xebatên xwe kiriye, di vê rojê de hewl didin ji bo nivîskarên tên şopandin, di girtîgehan de ne û rastiyê tadeyê û îşkenceyê tên hinek xebatan bikin." Fîdan, da zanîn ku ji ber berbelav bûyîna nivîskarên kurd û rewşa kurdan ya heyî, ew ê li ser înternetê aktîvîteyekê li dar bixin û wiha dom kir: “Dê di çalakiya me de 5 axivgerên me hebin û ew ê behsa serboriyên xwe yên di zîndanan de, rewşa nivîskarên kurd yên çar aliyên Kurdistanê, tade û xetereya li ser nivîskaran di zîndanan de bikin û agahiyan bi me re parve bikin. Dîsa di heman bernameyê de danasîna pirtûkeke me çap kiriye ku ji çîrok û helbestên nivîskarên di zîndanan de pêk tê, bê kirin. Bername dê li ser înternetê bê lidarxistin û ji çar aliyên cîhanê û Kurdistanê gel dikarin tev li bibin.”

Fîdan, da zanîn ku bernameyeke wan jî li Amedê heye û anî ziman ku ev bernameya wan êdî wekî kevneşopiyekê lê hatiye. Fîdan, destnîşan kir ku ew her sal di 15’ê sermawezê de ji bo nivîskarên di girtîgehan de ji postexaneyê qert û nameyên piştgiriyê dişînin û daxuyaniyê didin. Fîdan, got ku îsal jî ew ê heman bernameyê li dar bixin.

ZEXT Û XETEREYÊN LI SER NIVÎSKARAN

Fîdan, bal kişand ser armanca bernameyê û got ku divê li tu derê cîhanê tu kes ji ber fikir û ramanên xwe rastî tundî û tadeyê neyê û nekevin zîndanan. Fîdan, destnîşan kir ku niha li bakurê Kurdistanê tevahiya nivîskarên kurd ku nivîsandina wan bi kurdî û helwesta wan jî derkolonyal e, di bin çavderiyekê de ne. Fîdan, da zanîn ku ev bixwe tundiyeke û ew li dijî vê yekê ne. Fîdan bi domdarî wiha got: “Wekî mînak îro li rojhilatê Kurdistanê li gor destûra hikumetê ya kêm û qels jî mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî heye. Lê dîsa jî çend roj berê du mamosteyên kurdî bi deh salan yê cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Dîsa li rojhilatê Kurdistanê bikaranîna alfabeya latînî wekî tawanekê tê dîtin û kesên ku vê alfabeyê bi kar tînin tên tawanbarkirin. Hertim tundiyeke gelekî giran li ser wan heye.”

BANGA XWEDÎ LÊDERKETINÊ

Fîdan, bal kişand ser girîngiya azadiya fikir û raman ya nivîskar, rojnameger û rewşenbîran û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibêjin ku li ku dera cîhanê bibe bila bibe divê herkes mafên xwe yên azadiya raman û derbirînê bi kar bîne. Ji bo vê yekê em hewl didin û tevahiya xebatên me jî li ser vê yekê ne. Bi taybetî di vê rojê de armanca me ew e ku kiryar û astengiyên li pêşiya nivîskarên ku di bin xetereyê de ne, di bin çavderiyê de ne, hatine îşkencekirin û di girtîgehan de ne, em hewl didin têbikoşîn û van astengiyan biqedînin ku hemû nivîskar, rojnameger û rewşenbîr bikaribin bi serbestî karê xwe bikin. Ne tenê di rojên bi vî rengî de van xebatan bikin, lê ev roj hinek ji bo piştgiriyê, ji hev hêz girtinê û zêdetir xebatê gelekî girîngin. Lewma divê em rojên bi vî rengî xwedî derbikevin û divê em xwedî li rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên xwe derkevin. Ji ber ku em dibêjin wijdana civakê ne, divê em li her qadê fikir û ramanên wan biparêzin.” 


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Qesra Paşa Îsheq defîle li dar ket

ad

Serketina Amed sporê û binçavkirina temaşevanan

ad

Ji bo Roja Dayikan klîba 'Dayê'

ad

'Doza Tahir Elçî', dadgehê polis beraat kirin

ad

Li Euro 2016 xwîn rijiya, qala miriyan tê kirin!

ad

Parîs bû platoya fîlman: Di vî warî de rekor şikand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname