Diyarname
Niha em bibêjin PDK û YNK'ê biryar daye ku bibin yek hûnê bawer nekin.
Em bibêjin PDK û YNK ji bo li Kerkûkê li hev nekin gelek çivan didin xwe dîsa hûnê bawer nekin.
Em bibêjin duh DEM Partî ligel hemû hêza desthilatdarî jî hêza xwe parast û hinek bi ser de zêde jî kir, dîsa hûnê bawer nekin. Ka em nizanin em henekek çawa bikin?
Ya baş di 1'ê Avrêlê Roja Henekan a Dinyayê de em îsal qet henekê nekin û berê we bidin serketina kurdan a duh.
Ha, ew serketin (li aliyên aliyên bêne rexnekirin jî) ne serketinek biçûk e û îsal ji dêvla henekê ji wê kêfê bigirin. Heta saleke din civanê nedin cihek din, em li vir in.


