Bi hezaran jin û mêr bi erbaneyên (def) xwe, tevlî merasîma ‘Hazar Def’ a li gundê Degaga yê rojhilatê Kurdistanê bûn.
Li gundê Degaga yê navçeya Servabad a girêdayî bajarê Sine roja 4’ê avrêlê 4'emîn merasîma “Hazar Def” hat lidarxistin. Di merasîma ku bi hezaran jin û mêr ji bajarên Kirmaşan, Merîwan, Dehgolan û Sinêyê bi erbaneyên xwe tevli bûbûn, dîmenên rengîn derketin holê.
Mirovên ku li hemû bajarên rojhilatê Kurdistanê li erbaneyê dixin, dibin mêvanên yek ji gundên Palengan, Haşmiz û Degaga û li wir merasîm tê lidarxistin. Beşdarbûna jinan a merasîmê roj bi roj zêde dibe. Merasîma ku vê carê li gundê Degaga hat lidarxistin rastî astengiyên dewleta Îranê hat lê tevî hemû tiştî jî bi hezaran kes ji bo lêdana erbaneyê ku nasnameya kurdan e, tevli vê merasîmê dibin.
Jin bi cil û bergên xwe yên kurdewarî tevî merasîma Hazar Def a Degaga bûn. Jin bi wêrekî û hêza ku ji şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ girtine, tevî merasîmê bûn.
Rojnews


