Diyarname
Li Katalonyaya ku bi awayekî fermî herêmeke xweser a Spanyayê ye hilbijartin çêbû. Di hilbijartinê de partiyên serxwebûna Katalonyayê diparêzin piraniya kursiyan ji dest dan. Partiya Sosyalîst a Katalonyayê ku serokê wê Wezîrê Karên Tenduristiyê yê berê Salvador Illa ye bû yekemin.
Li Parlemena Katalonyayê 135 kursî hene; hilbijartin ji bo van hat kirin. Di hilbijartinê de Partiya Sosyalîst bi sedî 27,96'an 42 kursî bi dest xistin û bû yekemin. Boi van kursiyan Partiya Sosyalîst nikare bi tena serê xwe hikumetê saz bike. Ji bo sazkirina hikumetê pêdivî bi 68 kursiyan heye.
Serokê Partiya Sosyalîst Illa "Li Katalonyayê serdemeke nû dest pê dike."
Partiya "JxCat" (Ji bo Katalonyayê Bi Hev Re) bi 21.64'an 35 kursî bi dest xist û bû duyemîn.


