Diyarname
Vegera xelkê Şengalê ya ji bo ser cih û warên xwe didome. Di du rojan, rojên 19 û 20'ê mehê de dor 150 malbatî vegeriya Şengalê. Rêveberiya Xweser a Şengalê malbatên vedigerin pêşwazî dikin û ji wan re dibin alîkar.
Li gorî biryara hikumeta Iraqê heta 30’ê tîrmehê kampên li başûrê Kurdistanê wê bêne girtin. Lewma vegera li Şengalê di demên dawî de zêde bû. Li ser vê yekê ANHA'yê nûçeyek belav kiriye û gotiye ku ligel astengiya PDK’ê jî şengaliyên li kampan, dema ku firsendê dibînin li warê xwe vedigerin û Rêveberiya Xweser a Şengalê jî pêşwazî li wan dike. Nûçeyê wisa didome, "Ji kampên Mam Reşan û Êsiya yên Dihokê 70 malbatên Şengalî vegeriyan ser cih û warên xwe. Şengalî li gund û komelgehên Şengalê belav bûn û bi cih bûn. Koçberên ji Şengalê doh êvarê gihîştin Şengalê û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Tê payîn ku îro jî 79 malbatên Şengalî yên li kampa Mam Reşan vegeriyan cih û warên xwe."


