Diyarname
Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê roja 25'ê mehê dest pê kir û heta 1'ê mehê didome. Koma Amed piştî 27 salan 1'ê mehê wê li mîhrîcanê konserê peşkeş bike.
Mîhrîcan saet 14.30 de bi meşeke ji Navenda Çanda Ahmet Kaya ya Parîsê dest pê kir. Gelek hunermendên kurd bi kincên gelêrî û bi enstrumanên xwe beşdarî meşê bûn. Dûre belgefîlmê derhêner Rojda Sêxo yê bi navê bi navê ‘Yêk' hat nîşandayîn. Roja pêşî ya mîhrîcanê bi performansa ‘perkusyon’ bi dawî dibe û rojên din bi heman awayî, bi çalakiyên çandî mîhrîcan dê didome.
Îsal 3'yemîn car e mîhrîcan li dar dikeve. Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) li Parîsê mîhrîcanê organîze dikin û Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Parîsê, Şaredariya Herêma 10’emîn a Parîsê, Şaredariya Mant Le Jolie û Şaredariya Montreûilê piştgirî didin mîhrîcanê.
Roja 1'ê mehê bi konsera Koma Amed, hunermend Chopy û hunermend Deza Amed wê mîhrîcan bi dawî bibe. Endamên Koma Amed piştî 27 salan hatine ba hev û yekem car di vê mîhrîcanê de wê bi hev re konserê pêşkêş bikin.