Diyarname
Serokwezirê Spanyayê Pedro Sanchez got, "Spanya Dewleta Filistînê ku Gazze û rojavayê Şerîa jî digire nava xwe, Filistîna ku paytext Qidûs e bi awayekê fermî nas dike."
Li aliyê din Spanyayê eşkere kiriye ku ew sînorên Filistînê yên sala 1967'an nas dikin û piştî wê salên tu sînoran nas nakin. Ji sala 1967'an heta niha Filistîna heyî gelek teng bûye.
Îrlanda û Norwecê eşkere kiribûn ku dê roja 28'ê mehê Filistînê nas bikin.
Heta niha 143 welatan Filistîn bi awayê fermî nas kiriye ku di nav van de 8 welatên Ewropayê hene.