Diyarname
17'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê îsal di navbera 8-13'yê mehê de li dar dikeve. Di Documentarist de sê dersên sînemayê yên girîng û hin forum hene.
Documentarist îsal nêzî 70 belgefîlman pêşkêş dike ku di nav van de çendên bi kurdî jî hene. Di Documentaristê de 3 dersên sînemayê û hin forum jî hene Me ew dan hev.
Dersa sînemayê ya yekem ligel Jean-Gabriel Pêriot e û bi navê "Ji nû ve qalkirina dîrokêê ye. Dersa ku moderatoriya wê dê Necati Sonmez bike, 9'ê mehê saet 14'an de li Yapi Kredi Kultur Sanatê ye.
Dersa din a sînemayê ligel Hubert Sauper e. Dersa ku moderatorê wê Necati Sonmez e, 10'ê mehê saet 17'an de li Yapi Kredi Kultur Sanatê li dar dikeve.
Dersa dawî ya sînemayê jî ligel Laila Pakalnina ye. Moderatoriya vê dersê Gulîz Saglam dike. Ders 11'ê mehê saet 16'an de li Merohanê li dar dikeve.
Ji bilî dersên sînemayê 3 heb jî forum hene. Yek ji wan "Sessizligi Kirmak- Sinema Sektorunde Cinsel Şiddetle Mucadele Yontemleri (Xirakirina bêdengiyê - Di sektora sînemayê de rêbazên têkoşîna dijî şîdeta cinsî) ye û 12'yê mehê, saet 16'an de li Metrohanê ye.
Foruma din bi sernavê "Ekolojik Sorunlar Yerel Direnişleri Birleştiriyor" (Pirsgirêkên ekolojik berxwedanên herêmî tîne ba hev) li dar dikeve. Forum 8'ê mehê saet 15'an de li Yapi Kredi Kultur Sanatê ye. Û çalakiya dawî bi navê "Ekokirima Taniklik Etmek" (Şahidiya Eko Têkçûnê) e. Onur Akgul, Sedat Gundogdu, Asli Odman, Beyza Ustun, Mine Yildirim wekî axifger beşdar dibin. Çalakî 9'ê mehê saet 15'an de li Metrohanê ye.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Di Documentaristê de belgefîlmên bi kurdî


