Diyarname
Îro di Koma C û Koma D de her yek didu, tam 4 maç hene. Qedera tîman dê diyar bibe.
3 tîm bi hev re ji komê derketin
Di Koma D de maç saet 19'an de hatin lîstin. Di komê de surprîz çêbû, Avusturya wekî yekemînê komê, Fransa duyemîn û Hollanda wekî sêyemîn ji komê derket.
Di maça Hollanda-Avusturya de Avusturya di deqîqeya 6'an de bi gola Malen (avêt keleha xwe), deqe 59 de Vrij û deqe 80 de bi Marcel Sabitzer bi ser ket. Golên Gakpo (deqe 47) û Depay (Deqe 75) têrê nekirin, maç bi 3-2 bi dawî bû.
Di maça din de Fransa û Polonya hatin hemberî hev. Di maçê de du penaltî hebûn: Di deqîqeya 56'an de Mbappe li ser navê Fransayê, deqe 79'an de Lewandowski li ser navê Polonyayê gölek avêt: 1-1.
Polonyayê yekem pûanê xwe girt lê fêde neda.

Maçên êvarê hemû bi 0-0'ê bi dawî bûn
Di Koma C de vê êvarê du maç hebûn. Danimarka û Sirbistan, Îngilistan û Slovenya hatin hemberî hev. Berî maçê rewş bi vî rengî bû: Îngilistan xwedî 4 pûanan, Slovenya û Danimarka her yek 2 û Sirbistan xwedî pûanek e. Piştî maçan jî rêz neguherî. Ji ber ku her du maç jî bi 0-0'ê bi dawî bû.
Di dawiya maçên sisêyan de Îngilistan bi 5 pûanan wekî yekemînê komê derbarî Dora 16'an bû. Dûre Danimarka bi 3 pûanan duyemîn, Slovenya jî bi 3 pûanan wekî sêyemînê komê derbasî Dora 16'an bû.
Sibê maçên koman temam dibin.
29'ê mehê jî dê maçên Dora 16'an dest pê bikin.
Not: Li Tirkiyeyê maç ji aliyê TRT 1'ê û TRT Sporê ve yekser têne belavkirin.
**
Hemû notên li ser EURO 2024'an di vê lînkê de ne:
- EURO 2024
- Fîkstur, komên tûrnûvayê û pûanên wan (ev her roj tê nûkirin)


