___Elîxan Loran___
Di 20’ê pûşperê de li gundên Xana Axpar (Çinar) û Şemrexê ji ber têlên elektrîkê agir bi zeviyan ketibû û herî hindik 15 kesan canê xwe ji dest dabûn, 78 kes birîndar bûbûn, bi deh hezaran donim erd şewitîbû û dîsa bi hezaran heywan jî mirar bûbûn.
Di raporên şaredariyan, odeyên pîşesaziyê, endazyaran de jî hate tespîtkirin ku şewat ji ber têlên elektrîkê, trafoyên kevn, dîregên elektrîkê yên dar çêbûye. Ligel van tespîtan jî DEDAŞ, berdevkên dewletê û desthilatdariyê îdîa dikirin ku şewat ji ber şewitandina pirêzeyan çêbûye lê gelekî eşkere ye ku hate li herêmekî zeviyên nehatine çinîn hebe agir bi pirêzeyan nayê xistin.
Dewlet û desthilatdarî ji xeynî hêzên xwe yên leşkerî, aborî, girtîgeh û dibistanan; bi gelek alav û organîzasyonên wekî elektrîk, av, rê, bendavan êrîşî civakan dikin û dixwazin civakan têxin bin kontrola xwe. Di vir de em ê balê bikişînin ser rol û polîtîkaya elektrîkê.
Komara Tirkiyeyê her dem hewl daye Kurdistanê di tariyê de bihêle. Ev tarîtî hem di wateya pêşîlêgirtina xwendin, nivîsandin û astengkirina bîrbûnê de pêk aniye, hem jî bi wateya xwe esasî xwestiye Kurdistanê di nav tariyê û reşahiyê de bihêle. Ligel ku piraniya petrola Tirkiyeyê ji Kurdistanê tê derxistin û bi vê petrolê dikarin temamî Kurdistanê gund bi gund newal bi newal ronî bikin jî, ji ber daxwaza xwe ya mêtingeriyê ronahî û ronîbûn jî wekî çekekê bi kar aniye. Heman tişt ji bo bendavan jî lê ye. Li Tirkiyeyê bendavên herî mezin li Kurdistanê ne, elektrîka ji van bendavan tê derxistin ne ji bo ronîbûn û ronahiya Kurdistanê ye. Heke ronahiyek hewce be, berî her tiştî qereqol, dora qereqolan û pir divê werin ronîkirin ev jî ji ber polîtîkayên ewlekariyê ye. Di salên 1990’î de li gelek navçeyan ligel ku rojê çend saetan elektrîk tune bû lê bi dîregên di nava taxan de, hemû kolan dihatin ronîkirin. Ev ronîkirin ne ji bo vî tiştî bû ku zarok bi şev jî li kolanan bilîzin, an jî ji bo diz nekevin malan. Sedema sereke ya ronîkirina taxan ev bû ku, bi şev dema kesên nenas, xerîb werin taxekê yan jî malekê, sîxurên dewletê karibin van kesan nas bike.
Çend roj berê derket holê ku li mezraya bi navê Tûnagrag a Pîrana Amedê, dewletê li ser dara hemberî kaniyê kamerayek bi cih kiriye. Her kes pê dizane ku ev kamera ne ji bo gundiyan e, dewlet dixwaze bizanibe dema tarî dikeve erdê kî tê ser vê kaniyê. Kî dizane ji bo elektrîka van kamerayan, çend dîregên elektrîkê hatine danîn û çend sed metre têl hatine xerckirin. Dewlet gelek caran dema tiştekî wekî xizmet nîşan dide, li ser navê xizmeta ji bo gel, di warên wekî leşkerî û siyasî de sûdên mezin werdigire. Polîtîkaya çêkirina rêyan jî wisa ye, dema ku li serê çiya, gelî û newalan rê çêdike, ev ne ji bo vî tiştî ye ku gundî karibe biçe zozanan. Dewlet ji bo ku bi hêsanî hêza xwe ya leşkerî sewq bike, li serê her çiyayî û newalê rêyan çêdike.
Di heman demê de derketiye holê ku dewletê gelek caran dema hêzên xwe yên taybet ji bo agahî û îstîxbaratê şandiye gundan, ew wekî xebatkarên tamîra têlên elektrîkê û trafoyê daye nîşandan. Bi vê re li ser navê tamîra têlên elektrîk û trafoyan, karibûne li hemû gundan û newalan bigerin, ji bo hebûna xwe ya leşkerî û îstîxbaratê agahiyên zelal bi dest bixin. Wekî mînakeke biçûk heke bi rastî jî têl û trafo tamîr bikirina, wê şewata li Xana Axpar û Şemrexê çênebûya.
Heke dewlet hûtek be, her tilîkeke vî hûtî polîtîkayên av, elektrîk, rê ye û van tilîkên xwe dikare wekî pençeyan bi kar bîne. Ji bo wê pergal, isûl û mantix tune. Sermesele di erdheja 6’ê reşemiya/sibata 2023’yan de rêveberên dewletê û desthilatdariyê 3 roj şûnde çûn qada erdhejê lê çi tesaduf e ku fatûraya elektrîkê di 6’ê reşemiya/sibata 2023’an de hatiye birîn.* Hê ku gel di bin kavilan de dinale û li benda rizgarkirinê bû, şîrketa elektrîkê di wê saetê de fatûraya elektrîkê dibire.
Bi kurtasî polîtîkayên elektrîkê û rêveberina van polîtîkayên; girêdayî polîtîkaya desthilatdariyê bi xwe ye. Li ciha ku qereqol û hêza wê ya leşkerî tune, bi polîtîkaya av û elektrîkê, zextê li civakê dike û dixwaze civakê terbiye bike. Dema ku şîrketên belavkirina elektrîkê ji bo guherandina trafoyan an jî ji bo karekî elektrîkê diçin gundan, bi sedan leşker jî pê re diçin gundan. Ev jî diyar dike ku, polîtîkaya rêveberina elektrîkê bi tena serê xwe operasyoneke leşkerî ye ku çavê gel bitirsîne, zextan lê bike, gel bide koçberkirin û Kurdistanê ji mirovan xalî bike.
*https://www.gazeteduvar.com.tr/depremzedelere-yuklu-elektrik-faturalari-gonderildi-ilk-okuma-tarihi-6-subat-haber-1660745


