Diyarname
Li Çinar û Şemrexê ji ber elektrîkê şewat çêbû. Piştî wê li gelek bajarên kurdan şewat derket. Lê vê carê derket holê ku bi zanebûn, bi awayekî eşkere agirê bi erd dixe û dişewitîne. Vê yekê şik bir li ser gelek şewatên din. Hevşaredarên Farqînê di vî warî de agahî û dîmen belav kirin.
Hevşaredarên Farqînê Sevim Biçici û Kadri Esen bi ser hesabên xwe yên tora civakî re wisa gotin, "Li navçeya me Farqînê bûyereke sosret qewimî. Duh karmendê Miduriyeta Daristanê ya Amedê yê bi navê Mustafa S. dema ku agir berî çiyayê Elbatê dida ji aliyê personelên şaredariya me ve hat girtin û radestî polîsan hat kirin.
Piştî girtina karmend daristanê Mustafa S. agir bêyî ku xesareke mezin bide derdorê ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin. Der barê mijarê de em li benda daxuyanî û hînbûna aqûbeta Mustafa S. ne."


