Diyarname
Kovara Timeê li ser cihên ku divê mirov bigere lîsteyek berfireh çêkir. Di lîsteya ku 100 cih têde cih digirin de Amed jî xistine kê. Pêre pêşniyara rêwîtiya "Expresa Amedê" ku ev rêwîtiyeke bi trênê ye pêşniyar kiriye.
Nüce ji aliyê Jennifer Hattam ve hatiye nivîsandin. Bal kişandiye ser rêwîtiya bi têrê heta Amedê û wisa gotiğe, "Xizmeta trêna nû ya geştûguzariyê geştiyaran di nav deşta fireh a Anatoliyê re û di çiyayên rojhilatê Tirkiyeyê re ber bi deştên bakurê Mezopotamyayê, ku wekî dergûşa şaristaniyê tê zanîn, dibe. Ev xizmet di meha avrêlê de ji aliyê Rêwîtiya Dewletê ya Tirkiyeyê ve hatiye destpêkirin û hefteyek carekê trêna Express a Amedê* 1051 kîlometreyan ji paytexta Tirkiyeyê Enqereyê ber bi bajarê başûrê rojhilat Amedê ve diçe."
Di nûçeyê de wisa Amed hatiye nasandin, "Amed, ku bi dîwarên reş ên bazaltî yên di sedsala 4'an de hatine avakirin dorpêç bûye, dîroka wê bi hezaran salan diçe; îro ew bajarekî bi piranî - û bi serbilindî - kurd e û xwedî çandeke bajarî ya xweser e ku ji beşên din ên Tirkiyeyê cuda ye."
Di nûçeyê de berfirehî qala cihên trên têre derbas dibe û qala xxwarinên wê jî kiriye.
*Not: Di nûçeyê de "Diyarbakir" nivîsandiye, me ew wekî Amed guherandin. Di nûçeyê de ev fotoyê trênê yê ku Dilara Irem Sancar kişandiye bikar anîne.


