Diyarname
Li ser meseleya "Pêşî Peya" û "Hêdî" ku şaredariyan li ser rêyan nivîsîn, walî û qeymeqaman jî ew jê birin, 15 baroyan daxuyanî da.
Baroyan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aliyê hiqûqî ya meseleyê û gotin, "Tu astengiyeke zagonî li hemberî nivîsandina rêgezên trafîkê û lewheyên hişyariyê bi zimanekî derveyî tirkî tune ye. Li bajarekî bi zimanê zikmakî ya mirovên li wê derê nivîsandina lewne û îşaretên trafîkê ne dijî trafîkê ye, berevajî bi vê yekê ewlehiya trafîkê hê xurtir dibe.
Baroyan gotiye ku êrîşê li ser kurdî zirarê didin aştiya civakî û gotine ku ew wekî baroyên herêmê dixwazin ev kirinên ku zirarê idin aştiya civakî bene betalkirin.
Van baroyan daxuyanî îmze kiriye: Baroya Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Culemêrg, Qêrs, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li ser diwarê walîtî 'Pêşî Kurdî' nivîsî
- Li Batmanê 'Pêşî Peya' dîsa hat nivîsîn
- Li Kerboranê jî 'Pêşî Peya' jê birin
- Bi biryara Walî nivîsên bi kurdî hatin jêbirin
- 'Pêşî Peya' jê birin, gotinên nijadperest nivîsîn
- Ajokarên Amedê dikarin hêdi biajon?
- 'Pêşî Peya' û 'Hêdî' dîsa hatin Amedê
Di vî warî de vîdeoyek:


