Riha
Mebûsê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku ji doza “KCK”ê li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê girtî bû, duh bi şev ew sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind ya Tîpa F ya Edeneyê kirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Şewirmendiyê ya Ayhan hate kirin, hate diyarkirin ku Ayhan xistine kogişekî yek kesî ya A-15. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, agahiya Wezareta Edaletê ji neqlê heye, wekÎ hincet jî “Ewlekariya can” hatiye nîşandan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev nêzîkatî û helwesta li dijî Parlementer Ayhan ne rast e. Bêyî vîna Ayhan bi hinceta 'ewlekariya can' em sirgûnkirinê napejirînin. Ew bixwe Mebûsê Rihayê ye. Dema li Rihayê bû bileztir xwe digihand raya giştî, lê belê ev sirgûn dê li pêşiya vê asteng be.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, neqil kirina Ayhan bo girtîgehek din dê hevdîtinên bi malbatê re qut bike.
Li aliyê din hate diyarkirin ku, di nav de girtiyên siyasî û edlî jî heyî 350 girtî şandine girtîgehên Îzmîr, Edene û girtîgehên cur bi cur ên Tirkiyeyê. Di nava kesên hatine sirgûn kirin de endamê MP'ya BDP’ê Mahmût Çelîk û xebatkarê Belavkariya Firatê Mahmût Tûtal jî heye.


