Diyarname
Çend sazî bi hev re bi navê "Li Stokcholmê Festîvala Çand û Hunera Kurdî" lidar dixin. Di festîvalê de gelek hunermend wê amade bin.
Li gor agahiya hatiye belavkirin festîval roja 1'ê rezbera 2024'an wê li dar bikeve. Festîval saet 13.00'an de li Tumba ya Stockholmê li dar dikeve. Hunermend Ayfer Duzdaş, Çarnewa, Şerîf Omer, Nahî Hewramî û Rizgar Hewramî, Koma Yarsan, Koroya Teşî, Helîm Omerî (Kemençe), Koma Teşî (Govend) û Zarok Ma wê derkevin ser dikê.


