Diyarname
31’emîn Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn a Edeneyê serok û endamên Juriya Pêşbaziya Neteweyî eşkere kirin.
Festîval îsal di navbera 23-29’ê rezberê de li dar dike. Festîvalê çend roj berê navê Nurî Bilge Ceylan wekî Serokê Juriya Pêşbaziya Neteweyî eşkere kiribû, îro jî navên endamên juriyê eşkere kir. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di bin serokatiya Nuri Bilge Ceylan de lîstikvan Mehmet Aslantug, lîstikvan Serenay Sarıkaya, nivîskar û senarîst Nermin Yıldırım, derhêner û senarîst Mustafa Kara, vesazkarê fîlman Ayris Alptekin, nivîskar, rexnegira fîlman û kurator Muge Turan wê wekî endamên juriyê kar bikin.
Di festîvalê de wekî xelata fîlmê herî serketî dê mîlyonek û 500 hezar TL xelat bê dayîn. Yên ku hê fîlmên xwe neşandine heta 16’ê gelawêjê dikarin berhemên xwe bişînin ber destên amadekarên festîvalê.
***
Nûçeya Eleqedar:


