Diyarname
YEKMAL’ê li Berlîna Almanyayê îsal di meha avrêlê de xebata “Dibistana Şemiyê” wekî pîlot dabû destpêkirini, niha ew xebat vê mehê dest bi qeydan dike. Dibistan wê ji 14’ê vê mehê û wir de dest pê bike.
Komeleyê di daxuyaniya ku ji bo me şandiye de wisa gotiye, “Dibistana Şemiyê projeyekê Yekmalê ye ku dixwaze bi riya çalakiyên cur bi cur ziman û çanda kurdî hînî zarokên kurd li Berlînê bike. Çalakiyên me ji dersên ziman, kargehên huner, kargehên dans û herweha dersên werzişê pêk tên. Projeya Dibistana Şemiyê xwedî rêbazeke giştî ya hînbûna ziman e ku hînkirina ziman bi çalakiyên çandî û hûnerî ve girê dide, bi vê şiklî alîkariya zarokan dike hem ji bo pêşvebirina ziman, hem jî ji bo feraseteke kûr a çanda kurdî.”
Li gor daxuyaniya YEKMAL’ê bername wê bi vî rengî be:
“1) Zarokên Pêşdibistanê (3-5 salî): Zanîna kurdî hewce nake.
2) Xwendekarên Destpêkê yên Dibistanê (6-7 salî): Zanîneke destpêkê ya kurdî dê baş be, lê ne ferz e.
3) Xwendekarên Navîn (8-10 salî): Zanîneke destpêkê ya kurdî dê baş be, lê ne ferz e.
Dem: Ji 14ê Îlona 2024’an vir ve, di mehê de du caran - roja Şemî, demjimêr 11:00 – 14:10
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê, Waldemarstr. 57, 10997 Berli"
Ji bo agahiyên zêdetir:
E-Mail: familienzentrum@yekmal.de
Tel.: 030616125848
www.yekmal.de


