Diyarname
Navenda PEN'a Kurd li ser cezayê ku li Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Subaşi biriye şermezar kir û xwest ceza bê betalkirin.
Çend roj serê dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Eyyup Subaşi birîbû. Li ser vê yeke PEN'a Kurd daxuyaniyeke nivîskî belav kir. PEN'a Kurd di daxuyaniya xwe de li ser mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, zilma li ser vê yekê sekinî û got, " Têkoşer û nivîskarên Kurd li hember van zilm û zordariyan tu carî bêdeng neman û ji bo bidestxistina mafên xwe bi berdewamî têkoşiyan. Tevî reformên kêm ên van deh salên dawî, polîtîkayên çewisandinê yên li ser zimanê kurdî berdewam dikin. Akademiyên serbixwe yên ku zimanê kurdî gelek caran rastî gefan tên û tên girtin û mamoste û çalakvanên ziman û çanda kurdî tên girtin û zindankirin. Birêz Eyyup Subaşi ku mastira xwe ya di warê çand û zimanê kurdî de qedandiye xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê, ji sala 2015’an ve li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê mamostetiya Kurdî dike. Ji sala 2019an heta 2023an birêz Eyyup Subaşi hevserokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kir û di xebatên lêkolînê de cih girt. Piştî damezrandina Tora Çand û Zimanê Kurdî, tevlî sekreteriya wê bû û niha di desteya rêvebir ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih digire.
Birêz Subaşi ji bilî xebatên xwe yên di warê aktîvîzma zimanê kurdî de, li ser wergerên ji Îngilîzî, Farisî û Tirkî yên Kurdî jî dixebite û du roman û gelek gotar wergerandine. Her wiha bi dilxwazî ji bo penaberan werger kiriye. Birêz Subaşi ji ber çalakiyên xwe gelek caran hatiye binçavkirin û di 17ê Cotmeha 2024an de ji ber xebatên wî yên bi zimanê kurdî re şeş sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Wekî Navenda PENa Kurd em teqez dikin ku parastina cihêrengiya ziman û çandî ji bo avakirina civakên li ser bingeha jiyana hevbeş a aştiyane girîng e. Em 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li ser birêz Eyyûb Subaşi bi tundî şermezar dikin û bang li çalakvan, rêxistin û alîgirên mafên ziman û çandî dikin ku li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bikin û doza betalkirina wê bikin."
**
Nûçeya Eleqedar:
- Ji ber helbestvan Ebûlqasim Lahûtî cezayê hepsê li Hevserokê Enstîtuyê birîn
Vîdeoyeke li ser vê yekê:


