logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  3. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  4. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  5. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
news-details

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

  • Dîrok: 07/11/2024
  • Beş: Hevpeyvîn

___Hevpeyvîn: Kadîr Stêra___
Necat Baysal, di wê tarîtiya zindanê de, berê xwe daye heyfê . Bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê dayika xwe bûye. Berî salên xwe yên zindanê rojnameya Azadiya Welat belavkiriye û di salên xwe yên zindanê de, nivîsên wî di heman rojnameyê de hatine weşandin. Li zindanê herî zêde, li ser ziman û wêjeya kurdî hûr bûye û li wir dersên zimanê kurdî daye. Niha jî, her roja înê berê xwe dide şaredariya Hannovera Almanyayê û li wir dersên kurdî dide zarokên kurdan. Pirtûkeke wî ya bi navê “Paytextên Êşê” ya helbestan û romaneke wî ya bi navê “Sînorên Bêderî “ derketiye. “Sînorên Bêderî”, qala salên nodî dike. Serhildana Nisêbînê, bi meriv re ew qasî baş dide hîskirin, ziman ew qasî xwezayî ye ku meriv dibejê qey nivîskar bi xwe jî, di nav wê serhildana Nisêbînê cîh girtiye. Me xwest ji bo me qala xwe, hêvî û xeyalên xwe û berhemên xwe bike.

Em ji vir dest pê bikin, Necat Baysal kî ye?
- Ez hinekî dişibim çîroka wêneyê welatê xwe. Di şevbûhêrkên zemanê berê de, ez mezin bûm. Di wan şevbûhêrkan de, zimanê dayikê bi min şêrîntir dibû. Li ciheke wekî Nisêbînê, ez bûm şahidê gelek bûyeran. Wêraniya gundan, kiryarên nediyar, kuştina dê û bavan... Ji keviravêtinê, ber bi diruşmeyan; ji diruşmeyan ber bi jiyana zindanê ve û çîroka min berî da jiyana sirgûnê. Ev deh salên min in ez dûrî welatê xwe me. Van serpêhatiyan ez tîrtir kirim. Di nava tekoşîna kurdan de, li ser şopa heqîqetê min xwe bêhtir nas kir. Ez neçûm dibistana serdestan, a rast di pola diduyan a dibistana seretayî de, min dev ji dibistanê berda. Kesayeta min a niha, ji ber wan rojên min tê. Ez dikarim bêjim kurdewariya min, pêşiya min vekir. Min para xwe, ji pir bûyeran sitend.

Gelo dûrbûna ji welêt, tesîrek çawa li ser metnên te kir? 
- Dûrbûna ji welêt, li gorî min bi tena serê xwe dramek e. Tu jê dûr e, tu nikarî biçî. Hesreta xwe ya li hember welêt, tu di metnên xwe de tînî ziman. Ew êşa dûrî welêt, xwe di metnê de dide hîskirin. Wekî nivîskarekî laşê te li xeribiyê ye; lê rihê te li welêt te. Ev kêm bûna han, berê metnên te dide hesreta welatê te.

Nivîs, ji bo te çi ye?
- Piştî ew qas şahidiya êşan û jiyana min a di nava têkoşînê de, ez hatibûm dîlgirtin. Di nava wê tarîtiyê de, hestên heyfê,  bêhtir bi min re çêdibûn. Tûrikê min tijî bû. Diviyabû, min ew tûrik valakira. Her ku min dinivîsand, rehetir dibûm. Jixwe, min helbestên xwe yên pêşîn, di nava wan çar dîwarên zindanê nivîsandibûn; têbîniyên romana xwe ya "Sînorên Bêderî"  min li wir nivîsandibûn.

Te bi helbestê dest bi wêjeyê kir û paşê roman nivîsand. Ji bo te helbest û roman tê çi wate yê?
- Helbest, ji bo min girî ye; roman ji bo min qêrîn e. Gava ez helbestan dinivîsim, mîna ez digîrim; hestên min nayine ziman. Dixwazim bêhtir binivîsim û bi romanê dikim qêrîn. Lê çawa bêjim ew qêrîn jî, têra min nake divê ez bikim hewar. 
Nivîskar; ew e ku êşên civaka xwe, ji dil û can hîs dike. Heger ez bêjim, nivîskar hemû êşên mirovatiyê, ji dil û can hîs dike belkî ez xwe bixapînim. Mînak nivîskarek serdest, zû bi zû êşên bindestekî hîs nake û ji xwe naxwaze êşên civakên bindest bibîne jî.  Jixwe, ew dîtin nayê hesabê wî jî. Em, ji nivîskarên serdest Dayika Taybet bipirsin, belkî piraniyên wan bi bûyera wê nizanin jî, û heger pê hesiyabin jî, sûcê serdestan qebûlkirin nayê hesabê wan jî. 

Tu heqîqeta êşê çawa dinirxînî?
- Êş, herdem bûye pahra kesên bindest. Me çavên xwe, bi êşê vekir. Em bûn şahidê êşên dayikên xwe, êşên bav, pirîk û kalikên xwe. Em bûn şahidê êşên xizmên xwe, em bûn şahidê cîranên xwe. Em bûn şahidê gelên mazlûm. Carinan hin tiştan dibihîsim, ez dikarim wekî zarokan bigirîm. Lê vê ya jî bêjim. Wekî pir tiştan her ku diçe êş jî, ji xwezayîbûna xwe dûr dikeve. Ber, bi mekanîk bûnê ve diçe. Tu dibînî, bûyerek bi êş dibe, çend rojan li ser tevna civakî dibe rojev û paşê tê ji bîrkirin, êşek din dibe vê carê çend rojan ew dibe rojev; lê di jiyana rasteqîn de dîsa nakokiyek heye. Li ser tevna civakî, êş jî bûye amûrek xwe avakirina sexte. Di rastiyê de, belkî ew êşa civakê ne di bala wan de be; lê ji bo ku xwe di tevna civakî de ava bike çend twetan li ser êşên civakê ya di rojevê de davêje û paşê diçe kêfa xwe dike. Di vê serdemê de, ev nexweşiyeke mezin e. Ev bi destên xwe, xwe kuştineke. 

Di "Sînorên Bêderî" de êş , dijwarî, zextên serdestan heye; lê hêviyek mezin jî heye. Gelo hêvî di nava êş û dijwariyê de şîn dibe?
- Hêvî, têgeheke pir xweşik e; lê di heman demê de, divê tu zanibî xwe li wê bigirî. Hêvî, mirovan li ser pîyan digire. Di demên êş û dijwariyê de, tu xwe bu xeyalekê digirî. Ew kêlî, ji te re dibe hêvî. 

Mirov, çima nikarin di kêliyê de bijîn, ji xwe serlehengê Sînorên Bêderî jî, di kêliyê de najî…
- Jiyan, tim hesreteke li rabûrdiya meriv e. Em aniha li cem hev in, dibe ku deh salê din, em vê şevê wekî biranînek xweş bi hev re parve bikin. Mînak em qala zarokatiya xwe dikin û em dibêjin çi xweş bû; lê em wê çaxê jî, jê nerazîbûn. Roja ku leheng tê de dijî, ew roja wî ne bi dilê wî ye. Di wê hucreya hanê de, berê wî li rabirdûya wî ye. Ew rojên çûyî, jê re dibe hêvî. Xwe davêje bîra wê rabirdûyê û jê re dibe wekî hêviyek. Di wê hucreyê de, ew kêlî jê re dibe wateyek û wîsa li ser lingan dimîne. Têk naçe.

Sînorên Bêderî, qala salên nodî dike. Serhildana Nisêbînê, bi meriv re ewqasî baş dide hîskirin. Ziman ew qasî xwezayî ye, meriv dibejê qey nivîskar bi xwe jî, di nav wê serhildana Nisêbînê cîh girtiyî. Tu li ser vê dikare çi bêjî?
- Ez wê çaxê biçûk bûm; lê piştî min dest bi nivîsa romana Sînorên Bêderî kir, ketim dû şopa wan mirovên ku di serhildanê de cîh girtibûn. Min li wan guhdarî kir, ji ber vê ev roman di heman demê de, arşîveke Serhildana Nisêbînê ye. Tu çi qasî, xwe aîdê axa xwe hîs bikî, tê ew qasî jî xwezayî bî. Lê tu xwe aîdê axa xwe nebînî û tu bi zimanê dayika xwe binivîsî jî, ew bi min samimî nayê. 

Tu dikarî, ji me re qala projeyên xwe yên nû bikî? 
- Bi gelemperî ez dikarim bêjim wê ji romanê xebata min hebe. Ez niha ji bo berhemeke nû difikirim lê belê nivîsandina romanekê ne hêsan e. Bingeh jêre divê. Xwendin lêkolîn lêhûrbûn û wext jêre divê. Sînorên Bêderî min di pênc-şeş salan de qedand. Ji lewre naxwazim bilezînim. Niha dixwazim berhema xwe ya helbestan ji nav destê xwe derxim dûre..  Dûre ezê berê xwe bidim dosya xwe ya romanê ku ev jî wê min bibe beriya niha bi sed salî. Ango ev Xebatek di heman wextî de dîrokî ye.

Em niha li sirgûniyê ne; Heger rojekê welêt azad bibe û pêşiya vegera te vebe tu yê çi bikî?
- Helbet xeyalên min hene ji bo vegerê. Heke rojekê vegerim dixwazim biçim gund, çar demsalên gund bêwestan bijîm. Belkî ne ji bo herdemê lê hin roj û kêliyên ji rabirdûyê bixwazim dubare bikim. Wê ev pir xweş be. Lê xeyala mezin ew e ku gava ku ez gav biavêjim welat bila li ser axeke azad be, her wiha belkî em karibin vê carê paytextên eşqê binivisînin.
 

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Nûçeya Omer Farûk Baran a di Diyarnameyê de bi ser ket

ad

Bazara Kedê ya Jinan mezin dibe: Du cihên kar ên nû hatine vekirin

ad

'Navên Kurdî' derket

ad

Weşanxaneyê Dêrsim de stand kenê a

ad

BDP: Me hevrêyê xwe yê hêja winda kir

ad

Agahiya nû: Dengbêj Kazo emeliyet bû, rewşa wî baş e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname